PYD: Ferzkirina şertan li gelê Şengalê, dê bibe berdewama Fermana 74’an

Meclisa Giştî ya PYD`ê da zanîn ku ferzkirina mercan li ser şêniyên Şengalê dê bibe sedem ku şêniyên Şengalê wekî berdewama Fermana 73`yan bi nav bikin û got "Divê rêzê ji îradeya gelê Şengalê re bigirin."

PYD: Ferzkirina şertan li gelê Şengalê, dê bibe berdewama Fermana 74’an
15 cotmeh, 2020   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî peymana di navbera hikumetên Bexda û Hewlerê li ser Şengalê de, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYD'ê di daxuyaniya de got ku bi vê peymanê belayeke nû li ser gelê Şengal'ê hatiye ferzkirin û wiha got, "Cîhan bi lihevkirina dualî ya Hewlêr û Bexdayê şaş ma ku şert û mercan li gorî daxwaza hinek aliyên bûn sedema belaya li ser şêniyên Şengalê, ferz dikin."

Daxûyaniyê de hat gotin ku divê vîna gelê Şengalê esas bê girtin û bibîrxistin ku, "Beriya her tiştî ev berpirsyareke exlaqî, mirovî û nîştimanî ye."

Daxuyaniya PYD`ê wiha ye:

"Mirovahiyê li Fermana 73`an a li dijî şêniyên Şengalê temaşe kir, piştî ku Bexdayê nekarî wan biparêze û Hewlêrê jî dev ji wan berda. Şêniyan kar û barên xwe bi rêya avakirina rêveberiya xwe û hêzên ku wan diparêzin, xwe bi rêxistin kirin. DAIŞ qewitandin û di vê rêyê de jî bi hezaran şehîd dan û êdî koçber vegerîn warên xwe.

Cîhan bi lihevkirina dualî ya Hewlêr û Bexdayê şaş ma ku şert û mercan li gorî daxwaza hinek aliyên bûn sedema belaya li ser şêniyên Şengalê, ferz dikin.

Ferzkirina mîna van şertên dijwar li ser Şengalê û paşguhkirina vîna gelê wê û hêviyên wan di vê pêvajoyê de ku êdî dewleta Tirk a faşîst gihaştiya asta herî bilind ji harbûn û hovîtiyê ji bo tunekirina her tiştê bi navê Kurdan, dihêle em bifikirin ku ev yek berdewama Fermana 73`an e, temamkirina kirinên ku DAIŞ`ê nekarîne pêk bîne û serî tawandina li hemberî şantaja dewleta Tirk e. Encamên vê lihevkirinê dê li ser gelemperiya cîhanê wêran bin.

Em û cîhan li bendê ne ku Bexda û Hewlêr alîkariyê bide û dîlgirtiyan, windahiyan û jinên ku çaranûsa wan heta roja me ya îro ne diyar e, xilas bikin. Koçberan vegerînin warên wan û saziyên civakî û parastinê yên ku şêniyan bi derfetên xwe yên xweser ava kirine, xurt bikin û rêzê ji vîna wan re bigirin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokraîtk  geşedanên dawîn bi baldarî dişopîne. Divê nêrîna gelê me li Şengalê li ber çavan were derbaskirin û rêzê ji vîna wî re were gitin. Li şûna ferzkirina nêrîn û atmosferên siyasî ne li gorî hêviyên gel.

Beriya her tiştî ev berpirsyareke exlaqî, mirovî û nîştimanî ye. Em bawer dikin ku bikaranîna aqilmendî û rêzdarkirina vîna gel dê tevahiya pirsgirêkan çareser bike.”