Emîne Umer: Rola erênî ya ku me hêvî dikir Rûsya bilîsta veguherî roleke neyînî

Emîne Umer daxuyaniyên ku wezareta derve ya Rûsyayê û hikumeta Şamê dane red kir û diyar kir ku hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe ve girêdayî ye û mîna van daxuyaniyan dibin sedema derxistina fîtneyan li herêmê û got: “Rola erênî ya ku me hêvî dikir aliyê Rûs bilîze, veguheriye rokeke neyînî.”

Emîne Umer: Rola erênî ya ku me hêvî dikir Rûsya bilîsta veguherî roleke neyînî
15 cotmeh, 2020   00:16
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyeke çapemenî de beriya çend rojan ragihand ku doza Kurd dê ji ber girtekên Amerîkayê li Sûriyê biteqe. Her wiha got Amerîka hewl dide herêmeke xweser a Kurdan li bakurê Sûriyê ava bike û dê mîna dewletê be. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muelêm jî di axaftina xwe de li pêşiya komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) bi hewldanên parçekirina Sûriyê û talankirina berhemên wê tawanbar kir.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer diyar kir ku hikumeta Şamê çareseriya siyasî ji aloziyê re qebûl nake û wiha domand: “Ew her tim çareseriya leşkerî dipejirîne. Gefan li herêmê dixwe û dibêje dema Idlibê xilas kir wê berê xwe bide Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Emîne Umer destnîşan kir ku hikumeta Şamê dema dibîne ku MSD û Rêveberiya Xweser gavan ji bo herêmê û destpêkirina diyalogeke cidî bi aliyê opozîsyonê re davêjin, peyamên gefxwarinê dide û wiha pê de çû: “Mîna ku şerê taybet li dijî herêmê dimeşîne. Propagandaya vegerandina herêmê di bin kontrola xwe de dike.”

`HIKUMETA ŞAMÊ BI ZIHNIYETA XWE VE GIRÊDAYÎ YE`

Emîne di nav gotinên xwe de da zanîn ku hikumeta Şamê bi projeya Rêveberiya Xweser û hebûna QSD`ê ya ku herêmên Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û bi hezaran şehîd dan, qayil nabe. Emîne ev tişt zelal kir: “Zimanê dijminahiyê yê ku hikumeta Şamê bi kar tîne, beşek ji zihniyeta rejîma ku hewl dide neyê guhertin. Ji 2011`an ve û heta niha bi zihniyeta xwe ve girêdayî, li bûyer û guhertinên ji gelek salan ve rû didin bi awayekî rastîn nanêre.”

Têkildarî helwesta Rûsyayê bo herêmê Emîne got: “Rûs li gorî lihevkirineke leşkerî bi QSD`ê re hatin herêmê. Lê piştî ku Amerîka hat, xîtaba Rûsyayê hate guhertin. Êdî dixwazin hevrikiya Amerîkayê li herêmê bike.”

Emîne da zanîn ku Rûs hewl didin herêmên din desteser bikin û ev yek di bûyerên birîna rê li pêşiya hev du, navbera dewriyeyên Rûsya û Amerîkayê de diyar dibe.

`RÛSYA JI BO DERXISTINA FÎTNEYÊ PROVOKE DIKE`

Emîne di berdewama nirxandina daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got: “Ev daxuyanî û propaxanda, ne rast in. Projeya MSD`ê projeyeke neteweyî û demokratîk e. Ne projeyek parçebûnê ye mîna ku îdia dikin. MSD`ê tu carî parçebûn ji xwe re nekiriye armanc, armanca projeya me yektiiya Sûriyê ye. Dibe ku berjewendiyên Rûsya bi dewleta Tirk re hebin yan jî ya rejîmê bi dewleta Tirk re hebin. Rûsya bi van daxuyaniyan, provoke dike da ku li herêmê fîtneyê derbixe.”

`ROLA ERÊNÎ YA KU ME HÊVÎ DIKIR VEGUHERÎ ROLEKE NEYÎNÎ`

Emîne Umer hêvî kir ku Rûsya roleke erênî li herêmê bilîsta nexasim ku zêdetirî careke rave kir ku ew amade ne, dan û standinên di navbera MSD, Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de ji nû ve bide destpêkirin û got: “Lê heta niha tiştek li ser erdê tune ye. Berovajî wê daxuyaniyên ku xizmeta ajandeyên herêmî dikin, derdixin. Rola erênî yak u me hêvî dikir Rûsya li herêmê bilîsta veguheriya roleke neyînî. “

Di dawiya axaftina xwe de Emîner behsa doza Kurd li Sûriyê kir û ev tişt parve kir: “Doza Kurd dozeke neteweyî ye. Divê di ber çavan re were derbaskirin, çareseriyeke adil jê re were dîtin. Em niha hewl didin çareseriyekê ji vê dozê re li Sûriyê peyda bikin. daxuyaniyên dawîn, daxuyaniyên sorkirinê ne, dewleta Tirk li dijî Kurdan sor dikin û herêmê aloztir dikin.”

(şx)

ANHA