​​​​​​​Şêwrên hilbijartina serokê hikumeta Lubnanê hatin paşxistin

Îşev serokê Lubnanê Mîşêl Uwn ragihand ku şêwirên dozgeriyê yên hilbijartina serokwezîtiyê nû heta hefteyekê hatin paşxistin.

​​​​​​​Şêwrên hilbijartina serokê hikumeta Lubnanê hatin paşxistin
14 cotmeh, 2020   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya  Lubnanê daxuyand ku serok Mîşêl Uwn biryar da, ku şêwirên dozgeriyê yên ku dihatin payîn 15’ê Cotmehdê 2020’an li dar biketana heta 22’yê Cotmehê bi paş kevin.

Serokatiyê da zanîn ku ev yek jî li ser daxwaza hin blokên dozgeriyê pêk hatin ku astengî hene û divê xebata çareserkirinê pêk were.

(fr)