`Nikarin roja me li zîndanê tarî bikin`

Akademisyan û rewşenbîran diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku li gelek deveran li cîhanê belav bûye tune bike, tecrîdê girantir dike. Her wiha destnîşan kir ku kesek nikare “Roja wan li zindanê tarî bike”.

`Nikarin roja me li zîndanê tarî bikin`
15 cotmeh, 2020   03:22
HESEKÊ-BOTAN HISÊN-OLVA HEC MENSÛR

Fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek deverên cîhanê belav bû. Metirsiyên dewleta Tirk ji ber belavbûna wê li ser asta cîhanê zêde dibin. Lewre dewletên komploger bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dikin.

Dozgeriya Bilind a Bursayê biryarek da û hevdîtinên parêzeran li rêber Abdullah Ocalan û hevalên din ên di girtîgehê de Omer Xeyrî Konar, Hemîlî Yildirim û Weysî Aktaş heta 6 mehan qedexe kirin.

`HÊZÊN HEGEMONÎK RÊBER ABDULLAH OCALAN WEKE KELEMEKÊ LI PÊŞIYA XWE DIBÎNIN`

Hevseroka Akademia Zanistên Civakî Edalet Umer diyar kir ku dewletên hegemonîk, rêber Abdullah Ocalan wek astengiyekê li pêşiya projeyên xwe yên kapîtalîst û neteweperestî yên li Rojhilata Navîn dibînin. Lewre dem demê tecrîdê li rêber Abdullah giran dikin.

`BI RAGIHANDINA AŞTIYÊ RE KOMPLO TÊK BIR`

Edalet destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan tevahiya planên dewletên komploger bi bin xistin. Ji ber ku armanc ji dîlgirtina wî, sûdgirtina ji domandina nakokiyan li Rojhilata Navîn û afirandina nakokiyên din di navbera Kurdan û Tirkan de bû, da ku heta sed saleke din pê mijûl bibin û wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan komplo nas kir û heta radeyekê bi bin xist piştî ragihandina pêvajoya aştiyê.”

`DERXISTINA RASTIYA ROJHILATA NAVÎN`

Edalet di nav gotinên xwe de wiha derbirî: “Dewletên komploger ji tecrîdê armanc dikin ku rêber Abdullah Ocalan bidin teslîmkirin. Lê berovajî wê rû da, rêber Abdullah Ocalan bi rêya nivîsandinê û fikrê demokratîk, danîna projeyên demokratîk li şûna projeyên neteweperest ên ku dewletên kapîtalîst li Rojhilata Navîn danîne, asta têkoşîna xwe mezin kir. Pergalên kapîtalîst bi pergalên ku danîne dîrok, taybetmendî û rastiya gelan berovajî kirin û dirûşma tek gel, tek ziman danî yê ku pêkhateyên din mîna Kurd, Suryan, Asûr û pêkhateyên din înkar dike.”

Li gorî hevseroka Akademiya Zanistên Civakî Edalet Umer komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd hîna berdewam e û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker ne jixweber di salvegera komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan 9`ê Cotmeha 1998`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan hema roja girtina Şêx Seîd di 15`ê Sibatê de ye. Ev jî îsbat dike ku komploya navneteweyî li dijî gelê Kurd di kesayetên pêşeng de berdewam e.“

Her wiha Edalet da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan sedem û encamên ku ji ber wê şoreşên li dijî hêzên desthilatdar bi bin ketin analîz kir da ku di şoreşên ku îro têne meşandin de dubare nebin, heta ku pêşengên şoreşan bêne girtin, divê şoreş berdewam bike.

`NASKIRINA RASTIYA FELSEFEYA DEMOKRATÎK TÊ WATEYÊ KU SEROK AZAD E`

Edalet xuya kir ku ji gelê Kurd tê xwestin ku komployên li dijî wî yên ji zêdetirî 40 salî ve têne kirin bi rêya biserxistina projeyên demokratîk û belavkirina wê li ser Sûriyê û cîhanê têk bibe. Edaleta wiha berdewam kir: “Çendîn fikr û projeya neteweya demokratîk di nava cîhanê de belav bibe, ev tê wateya azadiye rêber Abdullah Ocalan.”

Têkildarî heman mijarê nivîskar Ekrem Derwîş da xuyakirin ku dewletên komploger bawer kirin ku bi rêya dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan dê Tevgera Rizgariya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê tune bikin. lê nizanîn ku îsrar û vîn bû du qat û got: “Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmralî veguherandiye akademiyekê û bûye navenda afrînerî, fikr û îlhamê. Ev yek cîhan matmayî hişt.”

Derwîş diyar kir ku gelê Kurd xwedî li fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a ku li girtîgehê daniye, xwedî derket û ji xwe re kir rêgez û ideolojî, kir bingeha rêxistin û siyasetê. Projeya neteweya demokratîk a li Rojava weke mînaka wê da.

`DEWLETA TIRK NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE`

Ekrem Derwîş destnîşan kir ku çendîn projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkeve û tevahiya astengiyan derbas bike mîna rêxistinên terorîst û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, dewleta Tirk wê asta tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan giran bike û cezayên dîtir ferz bike.

Derwîş di dawiyê de got: “Dewleta Tirk dixwaze fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan. Lê nikare roja me tarî bike. kesek nikarê rojê li zindanê tarî bike.“

)şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VHStws94SkM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>