ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 10-2020`AN
14 cotmeh, 2020   23:00

-Şopandina buyer û rûdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina çalakî û xebatên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şêniyên Hesekê Cenazeyê şehîdekî QSD’ê li Goristana Şehîd Dijwar saet di 16:00’an de dispêrin axê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê merasîma bîranîna şehîd Zîlan Ereb a ku di bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar, saet di 13:30’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Kedkaran konferansa yekemîn li bajarê Kobanê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê saet di 09:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê konferasna duyemîn saet di 10:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîneke çapemeniyê bi beşdariya Komîteya Girtiyan, Meclisa Edaleta Civakî, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe. Civîn der barê efû û serbestberdana girtiyan de ye. Civîn li bajarê Qamişlo saet di 12:00’an de li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşma "Ziman beden e, ziman rih û jiyan e, em zimanê dayiê biparêzin" mamoste û şêniyên herêma Gerkê Legê xwepêşandekê saet di 12:00’an de li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên koçber ên di kampa Vegerê ya li navçeya Şêrawayê de piştrast kir ku dê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin û bang li civaka navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên parastina sivîl ji sûcên Tirkiyê rabin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

SIYASET

- Emîne Umer daxuyaniyên ku wezareta derve ya Rûsyayê û hikumeta Şamê dane red kir û diyar kir ku hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe ve girêdayî ye û mîna van daxuyaniyan dibin sedema derxistina fîtneyan li herêmê û got: “Rola erênî ya ku me hêvî dikir aliyê Rûs bilîze, veguheriye rokeke neyînî.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê hikumeta Şamê ji rewşa ku Sûriyê gihaştiyê, berpirsyar nîşan da û destnîşan kir ku daxuyaniyên rayedarên hikumeta Şamê îdiayên derew in û tawanbarî ne û got “Çareseriya tekane ya aloziya Sûriyê, diyaloga li ser xaka Sûriyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê panela wêjeyî ya duyemîn li bajarê Qamişlo bi sernavê "Parçeyên ji hunera şêwekarî li Cizîrê" li dar dixe. Wênesaz û hunermendê şêwekarî Hesen Hemdan Esaf panelê bi rê ve dibe. Panel saet di 10:00’an li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê Nazîfe Xilo got bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di dirêjahiya salekê de rastî gelek sûcên ku digihêjin asta sûcên şer hatin. Her wiha piştrast kir ku ew qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker careke din axa Sûriyê dagir bike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Akademisyan û rewşenbîran diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku li gelek deveran li cîhanê belav bûye tune bike, tecrîdê girantir dike. Her wiha destnîşan kir ku kesek nikare “Roja wan li zindanê tarî bike”.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê beşdarên di pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê ya yekemîn a zarokan de bi ser ketine, bi rêya şahiyekê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê saet di 15:00’an de tên xelatkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê amadekariya lidarxistina mîhrîcana Amara sibe dike, ew jî mîhrîcana çandî, hunerî, werzîşî ye ku cara yekê li kantona Şehbayê li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAKA Û JIYAN

- Partiya Baas mala wî desteser dike û jê derdixe, neçar dimîne biçe Başûrê Kurdistanê. Piştî 5 salan dîsa neçar dimîne koçber bibe, vê carê barê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Ji wir jî neçar dimîne ber bi Danîmark ve bireve. Xeyal dikir ku vegere mal û axa xwe. Ev xeyal jî bi saya fedekariyên ciwanên herêmê pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xebata perwerdê ya li kampa Waşûkanî di gel kêmasî û belavbûna vîrusa Koronayê dest pê kir. Her wiha hevseroka dibistanê diyar kir ku ew gelek tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa Koronayê di navbera xwendekaran de pêk tînin û bang li Rêveberiya Xweser û rêxistinên mirovî kir ku pêştevaniya xwendekaran bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwediyên pez ji lêçûna zêde ya nexweşiyên li pezên wan digel kêmbûna nirxa dermanê Komîteya Yekitiya Çandinî û Dewlemendiya Sewalvaniyê li wan belav kirine, bi gilî ne. Her wiha komîteyê piştrast kir ku dê hejmareke derman li wan belav bike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA