Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê insiyatîfa çandina 4 milyon şitil

Bi dirûşma "Biskên Kesk", Gerînendetiya Hawîrdor û Jîngehê ya kantona Qamişlo dê dest bi  hemleya dilxwazî ya çandina rêzdekirina rûberên kesk bike. Tê payîn ku 4 milyon şitil di 5 rojan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên çandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê insiyatîfa çandina 4 milyon şitil
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê insiyatîfa çandina 4 milyon şitil
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê insiyatîfa çandina 4 milyon şitil
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê insiyatîfa çandina 4 milyon şitil
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê insiyatîfa çandina 4 milyon şitil
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê insiyatîfa çandina 4 milyon şitil
14 cotmeh, 2020   17:31
QAMIŞLO

Bi beşdariya gelek şênî, rewşenbîr û saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, Gerînendetiya Hawîrdor û Jîngehê ya girêdayî Desteya Çandinî ya herêma Cizîrê dest bi hemleya dilxwazî ya bi navê "Biskên Kesk" kir. Dê di hemleyê de 4 milyon şitil bên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 5 rojan de bên çandin.

Girêdayî hemleya "Biskên Kesk" berdevkê hemleyê Ziyor Şêxo wiha got: "Dê bandora hemleyê li herêmê mezin be. Lê der barê sedema navlêkirina biskên kesk de, li gorî jinan û rola wê di şerê li qadan û keda wê ya mezin li vê xakê de ye. Her wiha biskên kesk ji bo biskên jinên ciwan ên Êzidî yên bûne qurbaniyên terorê jî hat binavkirin." Şêxo bang li aliyên pêwendîdar kir ku tev li vê hemleyê bin.

Endazyar Luqman Bedir bi navê Gerînendetiya Hawîrdor û Jînegehê wiha axivî: "Ev insiyatîf li ser sê merheleyan hat amadekirin. Merheleya yekemîn çandina tovan, merheleya duyemîn çandina bi rêya çiqilan û merheleya sêyemîn jî belavkirina şitilên daran li herêman e."

(fr)

ANHA