Li Şehbayê Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan hatin bibîranîn

Partiya Sûriya Pêşerojê salvegera yekemîn a şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Ferhad Remezan bi bîr anîn.

Li Şehbayê Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan hatin bibîranîn
Li Şehbayê Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan hatin bibîranîn
Li Şehbayê Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan hatin bibîranîn
Li Şehbayê Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan hatin bibîranîn
14 cotmeh, 2020   12:41
ŞEHBA

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrînê û Şehbayê bi dirûşma "Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" li ser dika Çiyayê Kurmênc a li Ehdasê ya kantona Şehbayê, salvegera şehîdxistina serkretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û endamê Partiya Sûriyê Pêşerojê bi bîr anîn.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê seroka Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan da.

Mihemed Reşîd bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk li ser du benan dilîze û hewl dide ji Rûsyayê û Amerîkayê sûdê wergire. Dewleta Tirk rasterast piştgiriya çeteyên bi navên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike û ew jî herêmên cîran dagir dikin."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Xedîcê Îbo jî axivî û behsa kesayeta têkoşer Hevrîn Xelef kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, têkildarî jiyana têkoşer Hevrîn Xelef û têkoşîna di nava Partiya Sûriya Pêşerojê de sînevîzyonek hate pêşandan. Piştre hevserokê Meclisa Navçeya Ehresê Henana Silêman jiyannameya têkoşer Hevrîn Xelef xwend.

Di dawiyê de helbest hatin xwendin.

 (eh)

ANHA