Li Minbicê heta niha 100 kesên ketine ber efûya giştî hatin berdan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10`ê vê mehê efûyek derxist û li ser vî esasî Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê heta niha 100 girtiyên ketine ber efûyê, serbest berdan.

Li Minbicê heta niha 100 kesên ketine ber efûya giştî hatin berdan
14 cotmeh, 2020   12:47
MINBIC-SELWA ABDULREHMAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya çend rojan têkildarî sûcên beriya 10`ê vê mehê hatine kirin, efûyek derxist û di heman demê de biryarê hin sûc nexistin ber efûyê.

Li bajarê Minbicê komîteyek ji 7 kesan hate avakirin û erka wan ew e ku navên kesên ketine ber efûyê, diyar bikin.

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê heta niha 100 kesên ketine ber efûyê, serbest berdan.

Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Ehmed El-Hesen da zanîn ku kesên xiyanet, ajanî, revandin, bazirganiya madeyên hişbirê dikin, rêveber û kesên di nava rêxistinên terorîst de perwerde bûne, endamên rêxistinên terorîst ên beşdarî operasyonan bûne û sûcên bi îdiayên parastina namûsê, nakevin ber efûyê.

Kar û xebata komîteyê dê heta bidawîkirina serbestberdana girtiyan berdewam be.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2MDv12_Yx74" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>