Lavrov: Moskov tev li helwesta Enqereyê ya çareseriya leşkerî li Qerebaxê nabe

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya tev li helwesta Enqereyê ya der  barê çareseriya leşkerî ya aloziya li Qerebaxê de nabe.

Lavrov: Moskov tev li helwesta Enqereyê ya çareseriya leşkerî li Qerebaxê nabe
14 cotmeh, 2020   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Lavrov der barê Qerebax û rola Tirkiyê ya li Qerebaxê de ji gelek radyoyên herêmî yên Rûsyayê re diyar kir ku ew ne bi helwesta dewleta Tirk re ne, di rastiyê de serokê Azerbêcanê Îlham Aliyev gelek caran ev helwest nîşan dabû.

Lavrov destnîşan kir ku ew nikarin tev li daxuyaniyên ku çareseriya leşkerî ya aloziyê erê dikin, bibin.

Lavrov da zanîn ku ya herî rast bicihkirina çavdêrên leşkerî yên Rûsî li ser eniya şer li Qerebaxê ye, lê ev mijar girêdayî Azerbêcan û Ermenistanê ye ku divê ew biryarê bidin.

(oh)