Desteya Aborî ya Cizîrê rewşa pîşesaziya herêmê nîqaş kir

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê rewşa pîşesaziyê ya herêmê nîqaş kir û hate pêşniyarkirin ku li herêmê devereke taybet a pîşesaziyê were avakirin.

Desteya Aborî ya Cizîrê rewşa pîşesaziya herêmê nîqaş kir
14 cotmeh, 2020   11:48
QAMIŞLO

Îro Desteya Aborî û Çandiniyê li navenda xwe ya li Qamişloyê sêyemîn civîna salane ya pîşesaziyê li dar xist.

Di civînê de gerînendetî û odeya pîşesaziyê ya herêma Cizîrê rewşa pîşesaziya herêmê û astengiyên pê re rû bi rû dimînin, nîqaş kirin. Hate gotin ku astengiyên rastî kar û xebatê tên, dorpêça dewleta Tirk a li ser herêmê ye.

Di civînê de hin pêşniyar hatin kirin û girîngtirîn pêşniyar ew bû ku li kantonên Hesekê û Qamişloyê ‘bajarekî pîşesaziyê’ were avakirin.

Endamê Rêveberiya Gerînendetiya Giştî ya Pîşesaziyê ya Kantona Qamişloyê Azad Hiso axivî û got ku di civînê de birêvebirina kargehan û piştgiriya kargehan jî hatin nîqaşkirin.

Azad Hiso destnîşan kir ku belavbûna vîrusa koronayê bandoreke neyînî li rewşa pîşesaziyê kir, her wiha ji ber artêşa Tirk herêm dorpêç kiriye, zor û zehmetiyan di derbaskirina alav û pêwîstiyên pîşesaziyê de dikişînin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/s1k1k5Wv8ZI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>