Azerbêcanê nuqteyên leşkerî yên Ermenistanê topbaran kirin

Ermenistanê eşkere kir ku artêşa Azerbêcanê nuqteyên leşkerî yên di nav erdê wê de topbaran kirin.

Azerbêcanê nuqteyên leşkerî yên Ermenistanê topbaran kirin
14 cotmeh, 2020   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên artêşa Azerbêcanê nuqteyên leşkerî yêndi hundirê erdê Ermenistanê de hedef girtin, bi hinceta bajarên Azerbêcanê topbaran dikin. Her wiha destnîşan kir ku ji mafê hêzên Ermenistanê ye ku baregehên leşkerî yên li Azerbêcanê hedef bigire.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Ermenistanê hêzên Azerbêcanê herêmên li kêleka herêma Kelbajar a herêma Qerebaxê hedef girtin.

Azerbêcan û Ermenistanê di 10'ê Cotmehê de ragihand ku gihîştine agirbestekê bi destekdayîna Rûsyayê, lê dewleta Tirk hewl dide ku vê agirbestê têk bibe.