Dewleta Tirk li Deryaya Spî dîsa dest bi lêgerîna gaz û petrolê kir

Dewleta Tirk ragihand ku keştiya Oruç Reîs karê legerînê li rojhilata Deryaya Spî ji nû ve dest pê kir û ev yek jî wekî helwesteke li hemberî Ewropayê ye.

Dewleta Tirk li Deryaya Spî dîsa dest bi lêgerîna gaz û petrolê kir
14 cotmeh, 2020   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmaz piştrast kir ku keştî li rojhilatê Deryaya Spî gihîşt cihê xwe û duh jî alavên xwe ceribandin û tê payîn ku îro dest bi xebatên lêgerînê bike.

Hêzên deryayî yên dewleta Tirk berê ragihandibû ku keştiya Oruç Reîs dê ji 12 heta 22'yê Cotmehê li rojhilatê Deryaya Spî keşfê bike.

Rageşiya di navbera Tirkiye û Ewropayê de di 10'ê Tebaxê de gur bû, dema ku dewleta Tirk keştiyek şand herêmên binakok ên bi Yewnanistanê re.