Balafirên Rûsyayê êrişî Idlibê kir: 4 çete hatin kuştin

Li eniyên Idlibê careke din şer gur bû. Balafirên şer ên Rûsyayê êrişî nuqteyên çeteyên Tehrîr El-Şam kir û di encamê de herî kêm 4 çete hatin kuştin.

Balafirên Rûsyayê êrişî Idlibê kir: 4 çete hatin kuştin
14 cotmeh, 2020   09:36
NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê êrişî rojavayê gundewarên Idlibê kir û hîn jî li asmanê gundewarên rojavayê Idlibê digerin. Herî kêm ev 11 car e ku balafirên Rûsyayê êrişî herêma Hemamê ya bakurê bejahiya Cisir El-Şixûr dikin û baregeh û navendên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bombebaran kirin.

Di encama êrişan de heta niha 4 çete hatine kuştin û birîndar jî hene. Rewşa hin birîndaran giran e û dibe ku hejmara kuştiyên çeteyan zêdetir be.

 (eh)