Beşdarên panela MSD’ê: Divê panel li hemû herêmên Sûriyê bên lidarxistin

Beşdarên panela MSD`ê panel bi awayekî erênî nirxandin û piştrast kir ku dem hatiye ku êdî biryar ji destê dewletên herêmî ku dixwazin berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin, derkeve. Her wiha tekez kirin ku divê panel bên berfirehkirin û li hemû herêmên Sûriyê bên lidarxistin.

Beşdarên panela MSD’ê: Divê panel li hemû herêmên Sûriyê bên lidarxistin
14 cotmeh, 2020   09:33
QAMIŞLO

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Ber bi kongreyeke nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê ve”, dest bi lidarxistina panelan kir. Panel bi armanca mîsogerkirina hemwelatîbûnê û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeke yekbûyî, xurtkirina ruhê kollektîf di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêşxistina Rêveberiyên Xweser û Sivîl û bal kişandina ser girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, tên lidarxistin.

Heta niha MSD`ê 8 panelên bi vî rengî hatin lidarxistin ku kesayetên welatparêz, siyasî, hiqûqî, çandî, partiyên siyasî, rêxistinên civakî, rêxistinên jin û ciwanan beşdar bûn.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer ku beşdarî panela li bajarê Qamişlo bûbû, daxuyand ku panelên bi vê rengî ji bo diyaloga girêdayî pêşeroja Sûriyê û pêşxistina diyaloga Sûrî-Sûrî, gavek e û wiha got: “Piştî 9 salên aloziyê ku ji ber wê bi hezaran kes koçber bûn û bi hezaran jiyana xwe ji dest da, lidarixstina panelên bi vê rengî Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û avakirina Sûriyeke nû ya bi dilê hemû gelê Sûriyê, girîng e.”

 ‘AVAKIRINA SÛRIYEKE NÛ BI RÊYA DIYALOGA SÛRÎ-SÛRÎ’

Omer destnîşan kir ku hêzên herêmî yên dixwazin berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin li şûna gelê Sûriyê biryarê didin û armanca van panelan ew e ku gelê Sûriyê xwediyên biryarê bin û wiha domand: “Êdî dem hatiye ku em gelê Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî biryarên girêdayî pêşeroja Sûriyê bidin  û Sûriyeke nû ava bikin.”

Omer her wiha bal kişand ser lidarxistina panelên bi vê rengî li Ewropayê û wiha domand: “Dê hevdîtin bi hin rêxistinên civakî yên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bên kirin. Aloziya Sûriyê aloziyeke mezin e û bûye dozeke navneteweyî. Lê belê divê gelê Sûriyê jî wekî MSD`ê û Rêveberiya Xweser roleke mezin di çareserkirina aloziyê de bilîze.”

Nivîskar û hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif jî destnîşan kir ku ev panel gaveke guncew û erênî ne ji bo gihîştina biryar û pêşinyarên ku dê ji bo kongreya bê lidarxistin, werin pêşkêşkirin û wiha dewam kir: “Di vê panelê de, gelek nêrînên dewlemend hebûn. Bi nêrîna min, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyalog pir girîng e.”

'HIKUMETA ŞAMÊ GIRÊDAYÎ AJANDEYÊN DERVE Û RÛSYAYÊ YE'

Evîn Yûsif her wiha diyar kir ku MSD`ê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê gelek hewldan kir û gelek panel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Evîn hêvî kir ku tenê diyalog di hundir herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de neminin û hemû pêkhateyên civaka Sûriyê bigirin nava xwe.

Girêdayî hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk ên pêkanîna diyalogan bi hikumeta Şamê re, Evîn Yûsif got: “Diyalogên bi hikumeta Şamê re heta niha tu encam bi xwe re neanî, ji ber ku hikumeta Şamê girêdayî ajandeyên derve û Rûsyayê ye. Ajandeyên wê heta niha ne zelal in. Lê belê em dikarin diyalogên bi Rûsyayê re berdewam bikin da ku em bi hikumeta Şamê re bigihînin lihevkirinekê. Ji lewra, baştire ku diyalog yekser bi Rûsyayê re be.”

Nûnerê eşîra El-Cewale û endamê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulrehman El-Reşîd jî da zanîn ku panel rê li çareserkirina aloziya Sûriyê vedikin û diyar kir ku hêzên destwerdanê li Sûriyê dikin wekî Rûsya, Amerîka, Îran, Tirkiyê û oposizyona derve ku girêdayî dewleta Tirk e, hewl didin li Sûriyê bi cih bibin û wiha domand: “Divê hemû pêkhateyên Sûriyê yên Kurd, Ereb û Suryen hevgirtî bin û nakokiyên di navbera xwe de bi dawî bikin da ku bigihêjin çareseriyekê ku pêdiviyên gelê Sûriyê bi cih bîne.”

Ebdulrehman El-Reşîd tekezî bi diyaloga Sûrî-Sûrî kir û got: “Diyaloga hundirîn, rêya rizgarkirina gelê Sûriyê ji vê aloziyê ye.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X4i-tP4N8g0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>