Desteya Tenduristiyê dê ji Dêrazorê nexweşxaneyekê ji nû ve saz bike

Bi Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Dêrezorê dest bi projeya ji nû ve rastkirina Nexweşxaneya Ebû Hemam kir.

Desteya Tenduristiyê dê ji Dêrazorê nexweşxaneyekê ji nû ve saz bike
Desteya Tenduristiyê dê ji Dêrazorê nexweşxaneyekê ji nû ve saz bike
Desteya Tenduristiyê dê ji Dêrazorê nexweşxaneyekê ji nû ve saz bike
Desteya Tenduristiyê dê ji Dêrazorê nexweşxaneyekê ji nû ve saz bike
Desteya Tenduristiyê dê ji Dêrazorê nexweşxaneyekê ji nû ve saz bike
Desteya Tenduristiyê dê ji Dêrazorê nexweşxaneyekê ji nû ve saz bike
14 cotmeh, 2020   08:54
DÊRAZORÊ

Nûnerên Koalîsyona Navneteweyî, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, rûspiyên herêmê û şêniyên herêmê beşdarî danîna kevirê bingehîn ê nexweşxaneyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, nûnerê eşîra Ebû Hemam Nasir Teram axivî û bixêrhatina mêvanan kir û projeya ji nû ve avakirina nexweşxaneyê li gel pîroz kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Samî El-Abdullah jî axivî û daxwaza yekbûna herêmê kir da ku herêm di tenduristî, perwerde, xizmetguzarî û çandiniyê de bi pêş ve bibin.

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Todd Inter Sir axivî û diyar kir ku ew li vir in da ku piştgirî bidin Meclisa Sivîl a Dêrezorê, serokên eşîr û Hêzên Sûriya Demokratîk.

Todd Inter Sir piştrast kir ku hikûmeta Amerîkayê gelek proje amade kirine ji bo jinûve avakirina Dêrezorê û alîkariya gel.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa di axaftina xwe de banga hevgirtin û hevkariyê kir û anî ziman ku aliyek tenê nikare ji nû ve herêmê ava bike, her wiha anî ziman ku  ji nû ve vekirina nexweşxaney Ebû Hemam destpêka projeyên din ên tenduristî ye.

Di dawiyê de kevirê bingehîn ê projeyê ji hêla nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amîrka Todd Inter Sir, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistafa û Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Samî El-Abdullah ve hate danîn.

Tê payîn ku di nav 90 rojan de xebatên çêkirina nexweşxaniyê bi dawî bibin.

ANHA