Li stasyona kehrebeyê ya Çibisa turbîna sêyemîn ket xizmetê

Gerînendetiya Enerjî û Peywendiyan a navçeya Şedadê ji bo kehrebe bigihêje başûrê kantona Hesekê turbîna sêyemîn a li stasyona Çibisa aktîf kir.

Li stasyona kehrebeyê ya Çibisa turbîna sêyemîn ket xizmetê
14 cotmeh, 2020   08:30
HESEKÊ

Piştî ku Gerînendetiya Enerjiyê ya navçeyê turbîna sêyemîn a stasyona Çibisa ya li rojhilatê Şedadê xist xizmetê, li gundewarên başûrê kantona Hesekê rewşa kehrebeyê baş bûye û rojane 12 saetan kehrebe heye.

Hevseroka gerînendetiyê Duha El-Traf piştrast kir ku piştî turbîna sêyemîn hate sererastkirin û ket xizmetê, rewşa kehrebeyê baştir bû.

Duha da zanîn ku karkerb çavdêriya turbînan dikin û di nava deh rojên destpêkê de tu pirsgirêk di turbînan de derneket û destnîşan kir ku wan ji bo pergalkirina kehrebeyê bername danîne û kehrebe di navbera gundewar û navçeyên din ên wekî Erîşa, Deşîşa û Mergedayê tê belavkirin.

Duha got di demên pêş de ew ê rojane zêdetirî 18 saetan kehrebeyê bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê proje û lêçûna stasyona Çibisa nîqaş kir, dest bi avakirina stasyona Çibisa di meha Adara 2018`an de hate destpêkirin.

Li stasyonê karîna giştî 30 MW e û stasyoneke veguhastina kehrebeyê bo tora sereke jî heye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IXidPKOZ5-w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>