Ewropa binpêkirinên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryaya spî careke din dinirxîne

Rêveberên Ewropayê dê binpêkirinên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryaya Spî rojên pêncşem û înê li Brukselê gotûbêj bikin.

Ewropa binpêkirinên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryaya spî careke din dinirxîne
14 cotmeh, 2020   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ewropayê wê lûtkeya xwe di 15-16'ê Cotmehê de li Brukselê li dar bixe, li gorî biryaran divê dosyeya dewleta Tirk û binpêkirinên Enqereyê yên li rojhilata Deryayê Spî werin nîqaşkirin.

Civîna Ewropayê ya dawî rojên pêncşem û îna çûyî di 1-2'ê Cotmehê de hatibû lidarxistin û meha Kanûnê ji bo lêvegera nêzîkiyên bi Tirkiyê re hatibû diyarkirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Fransyêa Agnes von der Mol beriya çend rojan di civîneke çapmeniyê de diyar kir ku ji bo şandina dewleta Tirk a keştiya Oruç Reis ber bi herêmê ve, rastrast nêzî giravên Castellorizo û Rodosê yên Yewnanistan, bi fikar e.

Duh wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas bang li Tirkiyê kir ku dev ji provokasyonên li rojhilatê Deryaya Spî berde.