Rayedarên dewleta Tirk cenazeyên 4 kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê nadin xizmên wan

Di 5'ê Cotmehê de hin kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da navçeya Qoserê ya Mêrdînê lê leşkerên Tirk berê wan dabû nav devera mayinan û 4 kesan ji jiyana xwe ji dest da. Lê ji ber ku malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nikarin cenazeyên xizmên xwe wergirin.

Rayedarên dewleta Tirk cenazeyên 4 kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê nadin xizmên wan
14 cotmeh, 2020   07:20
NVAENDA NÛÇEYAN

Di 5'ê Cotmehê de hin kesên  ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabûn rê da ku biçin navçeya Qoser a Mêrdînê. Lê belê leşkerên Tirk ew zeft kiribûn û berê 4 heban jê dabû nav erdê mayinkirî û her çar kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Li gorî nûçeya ajansa Mezepotamiya, cenazeyê her çar kesan li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê ye. Hate zanîn ku cenazeyê her çaran jî parçe bûne. Lê belê ji ber ku malbatên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, nikarin cenazeyên xizmên xwe wergirin. Hat hînbûn ku malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin pêwendî bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re danîne.

Ji ber dijmaniya dewleta Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bi salan e cenazeyên xelkê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li herêmê jiyana xwe ji dest didin li "Goristana Bêkesan" tên veşartin. Li gorî vê jî heger malbat heya 20'ê Cotmehê cenazeyê xwe negirin wê cenazeyê wan li "Goristana Bêkesan" a li Qoserê bên veşartin.

Di 5'ê Cotmehê de gava 10 kesên  ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin navçeya Qoser a Mêrdînê, leşkerên Tirk çav bi wan dikevin.

Li gor tê gotin; cendirmeyên dewleta Tirk ji wan 6'an jê digirin, yek jê sînor derbas dike û her 3'yên din jî li devere bitêl a sînor dimînin. Leşker lembeya destan didin destê yek ji wan û jê dixwazin li her sê kesên  din bigere û bi darê zorê berê wî didin devera bimayin. Gava cendirme berî wî didin devera bimayin çekê li derdora nogê wî diteqînin da bimeşe. Ji ber vê penaber jî bi çaplîka diçe devera bimayin. Gava cendirme çekê diteqînin her sê kesên din direvin û pêl mayinan dikin. Di teqînê de 4 kes jiyana xwe ji dest didin.

Kesên jiyana xwe ji dest dane, ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê nayê zanîn ku bi taybet ji kijan bajarî ne.