Îsraîlê 2 nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li ser sînor rûxandin

Li gorî rojnameyeke Îsraîlê, piştî ku hikumeta Şamê peymana bidawîkirina rageşiya di navbera Îsraîl û Şamê de binpê kir, artêşa Îsraîlê bi çalakiyeke “veşartî” 2 nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li ser sînor rûxandin.

Îsraîlê 2 nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li ser sînor rûxandin
14 cotmeh, 2020   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlê ragihand ku hêzên taybet ên artêşa Îsraîlê derbasî herêma bêçek a di navbera Îsraîl û Sûriyê de bûn û bi çalakiyeke veşartî du nuqteyên artêşa Sûriyê rûxandin.

Rojnameyê diyar kir ku piştî binpêkirina domdar a Şamê ji peymana bidawîkirina rageşiya di navbera her du welatan de ya sala 1974`an, ev çalakî pêk hat. Li gorî peymanê, nabe ku herêma tampon a li ser sînorê Îsraîl û Sûriyê bê dagirkirin, lê belê dê hêzên taybet ên girêdayî NY`yê yên bi nave “hêzên bidawîkirina rageşiyê” tê de bimînin.

Heta niha hikumeta Şamê der barê mijarê de daxuyanî nedane. The Jerusalem Postê daxuyand ku di demên dawîn de artêşa Sûriyê vegeriya herêma tampon a li girên Colanê û hêzên xwe li ser sînor belav kir, vê yekê hişt ku artêşa Îsraîlê tedbîran bigire û çalakî pêk anî.

Rojnameyê bi bîr xist ku di salên dawîn de artêşa Îsraîlê bi êrişên asmanî hewl da ku rê li pêşiya avakirina nuqteyên Hizbullah û Îranê yên li Colanê bigire.

(cx)