Rojnameyên erebî: Di navbera El-Esed û Mexlûf de pêşbirk û Bexda û Hewlêr jî nêzî hev dibin

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê, liv û tevgera di navbera Bexda û Hewlêrê û aloziya Lubnanê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Di navbera El-Esed û Mexlûf de pêşbirk û Bexda û Hewlêr jî nêzî hev dibin
14 cotmeh, 2020   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI HERÊMÊN BERAVÊ YÊN SÛRIYÊ PÊŞBIRKA DI NABERA EL-ESED Û MEXLÛF DE’

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Serokê Sûriyê Beşdar El-Esed, şewatên ku bi daristan û zeviyên Sûriyê ketin, wek "bobelateke neteweyî" bi nav kir, dema ku çû serdana herêmên şewatê li parêzgeha Laziqiyê ya beravê.

Wekî ku pêşbirk di navbera wan de hebe, karsazê Sûriyê Ramî Mexlûf jî destwerdana mijara şewatan kir û soz da ku alîkariyê bide kesên ku zirar gihiştiye wan.

Mexlûf yê ku arîşeya wî bi desthilatê re heye, li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsî "Welatiyên me yên li beravê, ji ber van dîmenên tirsnak ên şewata daristanan, dilê me dişewite.”

‘LIHEVHATINÊN BEXDA Û HEWLÊRÊ NÊZÎKATIYEKE SIYASÎ YE, JI BO WASHIGTONÊ JÎ DIYARIYA HILBIJARTINAN E’

Der barê rewşa li Iraqê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Li Iraqê nîşanên pêvajoyeke nû ya têkiliyên di navbera hikumeta federal û desthilata herêma Kurdistana Iraqê de xuya dikin. Ev pêvajo ne wekî pêvajoya arîşeyê ya salên derbasbûyî ye. Ji ber ku di navbera her du aliyan de pir dosyayên aloz hene, bi taybet dosyaya diravî, ewlehiyê û desthilata li hin herêman.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Başbûna têkiliyên di navbera her du aliyan de, xuya dike ku dê hevbendiyeke siyasî ya nû bê avakirin, dê di gelek mijaran de bi bandor be, bi taybet di mijara hilbijartinên pêşwext de ku tê payîn nîvê sala bê li dar bikevin.”

‘URDUN GIRÎNGIYÊ DIDE PROJEYA XETA PETROLÊ YA IRAQÊ’

Der barê têkiliyên di navbera Urdun-Iraq û Misirê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Di hevdîtinên rayedarên payebilind ên Urdun, Iraq û Misirê de mijara sereke, dosyaya projeya veguhastina petrola Iraqê bo Urdunê ye û ji wir jî ber bi benderên Misirê ve ye.”

Proje sala 2013`an hatiye îmzekirin, li gorî projeyê dê petrola xam a Iraqê ji Besrayê bo bendera El-Eqebe ya Urdunê bê veguhastin. Lê wê demê hin astengî hebûn ku proje pêk nehat. Di hevdîtina dawî ya di navbera qralê Urdunê Ebdela El-Sanî, serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de, serokan li hev kir ku proje dîsa bê pêkanîn û petrol bigihêje Misirê.”

‘TEVÎ ARÎŞEYA HUNDIRÎN LUBNAN DÊ ÎRO DEST BI HEVDÎTINÊN BI ÎSRAÎLÊ RE BIKE’

Der barê mijarê de rojnameya El-Hehar nivîsî: "Şandeya ku dê ji bo danasîna sînoran di navbera Lubnan û Îsraîlê de, dê îro civîna xwe ya yekemîn li dar bixe. Der barê mijarê de serokatiya Tevgera Emel û ya Hizbullahê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "li gorî çarçoveya ku serok Nebîh Berî daniye ji bo mijara danasîna sînoran, pêwîst e hevdîtin li gorî lihevhatina Nîsanê ya sala 1992`yan pêk bên, li gorî wê pêwîst e civîn di navbera fermandarên leşkerî de pêk bê, lewma avakirina Şandeya Lubnanê ya niha ku kesên sivîl jî di nav de ne, ne li gorî lihevhatina Nîsanê ye.”