ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14- 10-2020`AN
13 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Dayikên şehîd û gerîlayên HPG, bi wesîleya salvegera yekemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, daxuyaniyek li goristana Şehîd Dijwar a Hesekê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Sara ye têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi hevkariya gelek rêxistinên jinan, bi boneya slavgera yekemîn a êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyekê li kampa Waşûkanî dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li navçeya Ehdisê ya Şehbayê şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan bi bîr tîne, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tîma Tenduristiya Dirûnî ya navçeya Til Hemîsê bi boneya Roja Cîhanê ya Tenduristiya Dirûnî çalakiyekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xuya ye ku hikumetên Bexda û Hewlêrê hewl didin herêmên Êzidiyan vegerînin; herêmên ku wan rûbirûyê komkujiyên bi destê DAIŞ`ê ve hiştibûn. Diyar e ku li paş lihevkirina dawîn a girêdayî Şengalê planeke bi hevkariya dewleta Tirk heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên kantona Hesekê daxuyand ku bi hevgirtina civakî hemû komplo û planên li dijî herêmê, hatin têkbirin û wiha got: “Bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêm ewletir û bi îstiqrartir bû.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gundê Um Xêr ê rojavayê navçeya Til Temirê ji demekê de rastî sûcên dewlet Tirk a dagirker tê. Bi wê re jî piranî şêniyên wê koçber bûn, lê yên mayî jî der barê dubarekirina komkujiya 2013’yan metirsîdar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên serokatiya Pergala Çavdêriya Gişt piştî sondxwarina li pêş endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser dest bi erkên xwe yên rêxistinî û xebatê kirin. Ew pergal parçeyek ji rêxistinbûnê ye ku erka wê jî şerkirina destpotî, gendelî û kêşeyên wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Da ku guhartina demografî pêk bîne. Her wiha bang li gelên li herêmê kir ku vîna xwe xurt bikin û wiha got: "Divê pêkhateyên herêmê tevahî piştgiriya hev bikin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe gur dike û dewletên mezin jî di bêdengiyê de berdewam in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nivîskarên ji Qamişloyê diyar kirin ku tenê yekitiya kurdî wê rê li pêşiya êrişan bigire û gotin: “Yekitiya kurdî dê kurdan ji qirkirinê biparêze.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama komîteya amadekar a hemleya" Na ji dagirkerî û qirkirinê re, bi hev re parastina jin û jiyanê bikin" diyar kir ku di hemleyê de gelek bername û çalakiyên cur bi cur hene ku dagirkeriyê û tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar dikin. Endama komîteyê bang li tevahî jinan kir ku beşdar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Qewaxî ji hunerên kevnar ên mirovahiyê  ye û di roja îroyîn de dike winda bibe. Lê belê hin kesên wekî Mîsak Antonîk Bedros jî vê hunerê nifş bi nifş berdewam dikin. Ev jî çîroka Bedros û zarokên wî ye ku ev huner ji pêşiyên xwe wergirtiye û gihandiye îro. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA