Leşkerên Tirk li Efrînê zarokek qetil kir

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser sînor zarokekî efrînî qetil kir.

Leşkerên Tirk li Efrînê zarokek qetil kir
13 cotmeh, 2020   17:38
EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA'yê, leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor zarokê bi navê Hesen Cuma El-Hemed (16) qetil kir.

Çavkaniyan diyar kirin leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li hejmareke welatiyên ku hewl didin derbasî Tirkiyê bibin reşandin. Di encamê de zarok Hesen ku ew û malbata xwe di nava de bûn hate kuştin.

Nayê zanîn bi ka sivîlên din birîndar bûne, yan na.

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Cindirês, artêşa Tirk û çeteyên wê zextê li sivîlan giran dike û bi hinceta ku têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn wan direvînin da ku fidyeyê ji malbatên wan bixwazin.

ANHA