Di panela MSD’ê de têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Sûriyê de hate nîqaşkirin

Beşdarên panelê li ser mijara duyemîn a dawîn nîqaş kir. Mijar li ser girîngiya têkiliyên dîrokî ya di navbera gelên herêmê yên Cizîr û Firatê, rola wê di avakirina Rêveberiya Xweser de, bû. Her wiha beşdaran li ser mekanîzmaya pêşdeçûn û beşdariya aktîf ji tevahî pêkhateyên di xebata saziyên Rêveberiya Xweser de lêkolîn kir.

Di panela MSD’ê de têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Sûriyê de hate nîqaşkirin
Di panela MSD’ê de têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Sûriyê de hate nîqaşkirin
Di panela MSD’ê de têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Sûriyê de hate nîqaşkirin
Di panela MSD’ê de têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Sûriyê de hate nîqaşkirin
Di panela MSD’ê de têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Sûriyê de hate nîqaşkirin
Di panela MSD’ê de têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Sûriyê de hate nîqaşkirin
Di panela MSD’ê de têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Sûriyê de hate nîqaşkirin
13 cotmeh, 2020   17:31
QAMIŞLO

Di mijara duyemîn a panela MSD’ê ya ku li Hola Zana ya Qamişlo li dar ketiye de, hevserokê Têkiliyên Derve ya Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Omer axivî. Omer li ser têkiliyên xurt ên civaka Sûriyê di dîrokê de axivî û got: "Hikumeta Şamê bi hevgirtina civakî lîst û derbe kir. Partiya Baasê nakokî di navbera pêkhateyan de afirand û kûr kirin. Bi wê re jî rewş teqî û şoreşa aştiyane a Sûriyê dest pê kir.

Omer diyar kir ku di encama destwerdanên hêzên herêmî, derve û lîstina bi tevgerên li herêmê û destwerdana rejîm ya çewisandina xwepêşandinên aştiyane, şoreşa aştî vegerî ya çekdarî û bi xwe re jî şerê navxweyî û mezhebî anî.

Ebdulkerîm Omer îşaret bi rola aktîf a ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  di dema hikmê Baas û piştî aloziya Sûriyê de lîstiye kir û destnîşan kir TEV-DEM’ê civaka Rojava bi rêxistin kir û ji bo birêvebirinê amade kir.

Omer wiha domand: "Me yek nêrîn di jiyana hevbeş de ava kir. Li ser wê jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a her sê herêmên Kobanê, Efrîn û Cizîrê hatin avakirin. Ew jî piştî têkbirina terorê bi yek hêza leşkerî pêk hat. QSD’ê bingeha Rêveberiya Xweser a Demokratîk e ku nûnertiya tevahî gelên li herêmê dike."

Piştî axaftina Ebdulkerîm Omer, nîqaş li ser mijara duyemîn bi beşdaran re hatin kirin. Beşdaran îşaret bi xalên lawaz ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de kir. Hate desntîşankirin ku divê ev yek bi kesayetên pispor di aliyên Rêveberiya Xweser de bên çareserkirin. Divê xizmetguzariyên ên guncaw pêk bên, lê tenê şeklî bin, bi taybet di aliyê perwerdê de. Her wiha hate gotin ku divê girîngiyê bidin pêşxistina têkiliyên li hundir û derve, da ku têgeha projeya Rêveberiya Xweser bê pêşxistin.

Beşdaran li ser rola jinan a pêşeng di Rêveberiya Xweser de nîqaş kir, di vê derbarê de hate diyarkirin ku divê ciwan jî roleke aktîf di rêveberiyê de bilîzin û divê xebat ji bo çareserkirina siyasî û itîrafa bi Rêveberiya Xweser werin kirin.

Piştî nîqaş bi dawî bûn, cîgirê Serokê Meclisa Rêveber a MSD’ê Hikumet Hebîb bersiva pirs û rexneyan da û wiha got: "Em rexneyên ji bo pêşxistina asta Rêveberiya Xweser qebûl dikin. Em piştevaniya pisporan dikin da ku rêveberî bi pêş bikeve û li hember gendeliyê bisekine."

Hebîb diyar kir ku ew bi rêya van panelan hewl didin li hember çewtî û astengiyên li pêşberî rêveberiyê bisekin û bi pêşxistina hevpeymana civakî re ne.

Girêdayî mijarê, hevserokê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Omer sepasiya beşdaran li ser pêşniyaran kir û got ew girîngiyê didin beşên dozgerî, ciwan, perwerde û dadgehan.

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê bersiva nîqaşên beşdaran da û wiha da zanîn: "Rêveberiya Xweser anku rêvebirina gel bi xwe. Damezrandina Rêveberiya Xweser  gihaştina çareseriyê ji aloziyê Sûriyê re ava kir. Damezarandina wê di tevahî aliyan de di rewşên dijwar de hat. Ji lew re em van panelan li dar dixin da ku rexne, nêrîn û pêşniyarên ji bo pêşdeçûnê bibihîsin."

Nezîra Gewriyê wiha bi dawî kir: "Tevî rewşên dijwar jî, lê em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ewle dijîn û bûye meqseda tevahî penaberên ji Sûriyê û derveyî wê."

(fr)

ANHA