Wezîra Karên Derve ya Swêdê: Enqere şer gûr dike û mafên kurdan binpê dike

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde di civîneke çapemeniyê digel hempîşeyê xwe yê Tirk, Mevlut Çavuşoglu de, bi zimanekê tûjî Tirkiyê rexne kir û got,  Enqere pevçûnan li herêmê û jê xwest ku ji Sûriyê vekişe.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê: Enqere şer gûr dike û mafên kurdan binpê dike
13 cotmeh, 2020   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Lindî got, rejîma AKP'ê şerên li Sûriyê, Lîbya û Qerebaxê gûr dike û bi domdarî serdestiya dewletên Deryaya Spî binpê dike.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û got, Enqere ji parçebûna Sûriyê û çewistandina kurdên li wir berpirsyar e.

Her wiha nerazîbûna xwe nîşanî binpêkirinên hiqûqî û operasyonên qirkirinê yên li dijî welatiyên kurd ên li Tirkiyê  da.