Şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed û şehîd Nîdal re xwest

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed Emîr û şehîd Nîdal re xwest û berxwedana li girtîgehan silav kir û siyaseta dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed û şehîd Nîdal re xwest
Şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed û şehîd Nîdal re xwest
Şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed û şehîd Nîdal re xwest
Şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed û şehîd Nîdal re xwest
Şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed û şehîd Nîdal re xwest
Şêniyên Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed û şehîd Nîdal re xwest
12 cotmeh, 2020   12:28
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantonên Efrînê û Şehbayê li baxçeyê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û sloganên"Bijî berxwedana girtiyan" berz kirin. Girseya gel li baxçeyê navçeyê sersaxî ji malbatên têkoşer Mihemed Emîr (Seyîd Riza) ku di 3`yê Cotmehê de li girtîgeha Elbistan a Mereşê gihaşt asta şehadetê û şehîd Nîdal Haşim (Xebat) li Şêladizê di 22`yê Hezîrana 1999`an de gihaşt asta şehadetê, xwestin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate xemilandin û merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got divê ew şopdarên rêya şehîdan û rêya rêber Abdullah Ocalan bin.

Her wiha bi navê meclisa navçeya Ehdasê jî Îdrîs Şêxo axivî û got: "Berxwedana girtîgehan ku ji Mazlûm Doxan dest pê kir û bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" hate naskirin, xof û tirsa di dilê gelê Kurd de şikand û ji wê demê ve doza mafên xwe kirin."

Bi navê Kongreya Star Emel Mihemed axivî û got ku ew ê komployên li dijî Kurdan têk bibin û xewnên Osmaniyan jî hilweşînin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ronî Mihemed nasnameyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatan kirin.

Merasîm bi sloganên "Bijî berxwedana girtîgehan û şehîdan" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EaO-JUI-mCw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>