Koordînasyona Jinan a Tebqayê: Civaka navneteweyî berpirsa şehîdxistina Hevrîn Xelef e

Koodînasyona Jinan a Tebqayê bi daxuyaniyekê got "Êrişên ku ji hişmendiyeke tundraw bi tundiyê û mêrserweriyê pêk tên, hebûna jinan dikin armanc û hewldaneke binkeftî ye ji bo rêgirtina li pêşiya jinan da ku bigihêjin azadiya xwe." Koordînasyonê bang li civaka navneteweyî kir ku hesabê ji kujerên şehîd Hevrîn Xelef bixwazin.

Koordînasyona Jinan a Tebqayê: Civaka navneteweyî berpirsa şehîdxistina Hevrîn Xelef e
12 cotmeh, 2020   12:30
TEBQA

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Rewşen Hemê, hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî, hevserokên komîte û gerînendetiyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê di xwendina daxuyaniyê de amade bûn. Seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl Wella Nacî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"9`ê Cotmeha 2019`an ji bo tevahiya cîhanê rojeke şermê ye, ji ber her kesê pişta xwe ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir û gel di nav hovtirîn rêxistina terorê de hişt. Gelê herêmê ji bo parastina xwe bi hezaran şehîd da û hîn jî dewleta Tirk destwerdana kar û barên Sûriyê dike, bi peymana hin dewletên Ewropayê bajarên Sûriyê kirin qadên tundraw û dijberan, di heman demê de wextê komên terorîst êrişî herêmên me kir, destek da wan. "

Têkildarî diyalog û dan û standinên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ku li Cinêvê, Astana û Soçî li dar ketin, roleke pir xerab list, bi vê yekê Tirkiye xwest bi îdîaya parastina herêma Idlibê xaka Sûriyê dagir bike. Lê  belê bi navên cuda xwest herêmê dagir bike û  bi vî awayî ev herêm bi piştgiriya Tirkiye bûn cihên baregehên çekdaran. Paşê dest bi gelek hemleyan kirin, ji wan Diri El-Furat, Xisin El-Zeytûn û Nebi El-Selam ku di encama van hemleyan; Ezaz, Bab, Cerablus, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Ev hemle bi desteka Rûsyayê pêk hatin ku jî parastina berjewendiyên Tirkiye û herêmê dikir.

Hîn jî sûcê li dijî çalakgera siyasî Yesmîna Selam Hevrîn Xelef li ber çavê me ye ya ku par wekî vê rojê rastî hovîtirîn şêwazê qetilkirinê hat. Dijminan bi şehîdxistina Hevrîn Xelef xwestin pêşeng, çalakgeran bikin armanc û şoreşa jinan û destketiyên wê derbe bikin. Em jî îro bi navê Koodînasyona Jinên Tebqayê vî sûcî şermezar dikin û bang li civaka sivîl dikin ku li hemberî van êrişên hovane bisekinin. Bila cîhan pêk ve bibihîze ku em dev ji bangên xwe yên ewlehiyê û aştiya herêmên xwe bernedin, bi vê rêyê de soz didin şehîdan ku em rêya wan berdewam bikin û tola Hevrîn û Ferhad hilînin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ox4g1gtoo5E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>