`Hedefgirtina Hevrîn Xelef, fikra dewleta Tirk û çeteyên wê ya tundraw îsbat dike`

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera yekemîn a şehadeta wê de Hevrîn Xelef bi daxuyaniyekê bi bîr anî û got hedefgirtina Hevrîn fikrên tarî û tundraw ên dewleta Tirk û çeteyên wê îsbat dike.

`Hedefgirtina Hevrîn Xelef, fikra dewleta Tirk û çeteyên wê ya tundraw îsbat dike`
12 cotmeh, 2020   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dema têkoşer Hevrîn Xelef sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê erka xwe pêk dianî, ji hêla çeteyên qaşo bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ve ku dewleta Tirk desteka wan dike, bi awayekî hovane tevî Ferhad Remedan hate hedefgirin. 

Meclisê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hedefgirtina Hevrîn Xelef, fikrên tarî û tundrew ên ku bi demokrasiyê, mafên mirovan û jiyana hevbeş bawer nakin, îsbat dike. Ji ber ku Rêveberiya Xweser bi xebatên tevahiya pêkhateyên herêmê di serî de jinan ên ku bûn pêşenga vê tecrubeyê ava bû, dewleta Tirk aciz bû û dest bi dagirkirina herêmên Sûriyê mîna Bab, Cerablus, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir û sûcên dermirovî li hember bêdengiya civaka navneteweyî pêk anîn.

Meclisê bi rêya daxuyaniya xwe, têkoşber Hevrîn Xelef bi bîr anî û da zanîn ku ew ji têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef û fedakariyên gelek jinan di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, vîn û israra şopandina têkoşînê heta pêkanîna demokrastiyê û jiyana azad ji gelê Sûriyê re, nexasim jinan, hêzê digirin.

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û yên jinan kir ku piştgiriyê bikin da ku sûcdarên kuştina şehîd Hevrîn Xelef û gelek şehîdên din, li dadgehên navneteweyî werin darizandin.

(şx)

ANHA