Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê komplo û dagirkerî şermezar kirin

Bi sedan şêniyên navçeyên Zirgan û Dirbêsiyê bi meşekê êrişên dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê komplo û dagirkerî şermezar kirin
Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê komplo û dagirkerî şermezar kirin
Şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê komplo û dagirkerî şermezar kirin
9 cotmeh, 2020   17:50
HESEKÊ

Çalakiyên gel ên şeremzarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de ku salek di ser re derbas bû bibomin.

Bi sedan şêniyên navçeyên Zirgan û Dirbêsiyê bi meşekê komploya navnetewî û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin. Meş ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Dirbêsiyê dest pê kir.

Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Em ê terorê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin" û "Em berxwedana gelê xwe yê Serêkaniyê û Girê Spî silav dikin" hilda bûn û ber bi navenda Kongreya Star ve meşiya. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê û silavkirina berxwedana Îmraliyê hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Kongreya Star rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Piştre hevserokê PYD'ê yê kantona Hesekê Mihemed Seîd axivî û teqezî bi girêdana bi xaka welat ve kir û got: "Divê em buhistek ji xaka xwe berndin û bi hemû rêbazan ji dagirkeran rizgar bikin."

Seîd destnîşan kir ku komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û ya dagirkirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û Efrînê bi ferzkirina tecîrdê û domandina dgirkeriyê berdewam e.

Mihemed Seîd banga bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriyê kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/niduB3BfudI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>