Azerbêcan û Ermenistanê wê biçin Rûsyayê

Wezareta Derve ya Rûsyayê, îro ragihand ku Ermenistan û Azerbêcan tevlêbûna xwe ji bo dan û standinên li Moskovayê ragihandin.

Azerbêcan û Ermenistanê wê biçin Rûsyayê
9 cotmeh, 2020   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn,  bang li wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbêcanê kiribû da ku li Moskovayê li hev bicivin û aloziya Qerebaxê nîqaş bikin.

Kremlin di daxuyaniya xwe de got: “Piştî pêkhatina rêzetelefonan bi serokkomarê Azerbêcanê Ilham Aliyev û serokwezîrên komara Ermenistanê Nikole Pashinyan re, serokê Rûsyayê banga rawestandina êrişan li herêma bi nakok (Qerebax) ji ber sedemên mirovahiyê ji bo pevguherandina kuştiyan û dîlgirtiyan kir.”

Piştî şerên di navbera Bako û Yêrîvanê de, dewleta Tirk piştgiriya Azerbêcanê kir û alozî gurtir kir.

(şx)