Mîrê Erebistana Siûdî banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyê kir

Ji bo bersivdayîna daxuyaniyên Erdogan ku gotibû Tirkiye bi rêya Qeterê welatên Kendavê diparêze, mîrê Erebistana Siûdî Ebdulrehman Bin Musaîd banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyê kir.

Mîrê Erebistana Siûdî banga boykotkirina kel û pelên Tirkiyê kir
9 cotmeh, 2020   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebdulrehman Bin Musaîd daxuyaniya ku BBC`yê li ser zimanê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan belav kiriye, bi bîr xist ku Erdogan gotibû: “Artêşa Tirk bi rêya Qeterê îstiqrara welatên Kendavê diparêze.”

Mîrê Erebistana Siûdî wiha bersiva daxuyaniyê da: “Ji lew re ez bang li gel dikim ku kel û pelên Tirkiyê boykot bikin.”

(cx)