Li Helebê têkildarî komploya navneteweyî civîn hatin lidarxistin

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rêzecivîn li dar xistin.

Li Helebê têkildarî komploya navneteweyî civîn hatin lidarxistin
8 cotmeh, 2020   17:56
HELEB

Civîn bi beşdarbûna bi sedan kesî li qada Edamî ya beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd, qada şehîdan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd û parka Îstîqama ya taxa Eşrefiyê hatin lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kirin. Endamê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sebrî Efrîn, bal kişand ser destpêka komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dewletên ku beşdar bibûnê û çawa rêbertî girtin û radestî dewleta Tirk kirin.

Sebrî Efrîn got: "Divê gelên herêmê, bi giştî û gelê Kurd bi taybet li derdora rêbertî kom bibin û asta têkoşîna azadiya wî mezin bikin. Rêbertî ji bo hemû gelan, ji bo aştî, biratiya gelan û jiyana hevbeş têkoşiye.  Komplo heta roja me ya îro di ferzkirina tecrîdê de berdewam e. Divê em ji siyasetên dewleta Tirk a faşîst hişyar bikin ku armanc dike destkeftiyên ku bi saya ramanê Ocalan hatine bidestxistin, têk bibe."

Di civîna li beşê rojavayê taxê jî de, endama rêveber a Kongreya Star Hêlîn Yekta axivî û diyar kir ku gelek dewletên cîhanê beşdarî komployê bûn, armanca komployê derbekirina projeya aştiyê ya li Rojhilata Navîn e ya ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye.

Di civîna li taxa Eşrfiyê de, Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso destnîşan kir ku hêzên cîhanê yên hegemon bi dewleta Tirk komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn û got: "Rêbertî di girtîgehê de li hemberî komployê sekinî û komplo pûç derxist. Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir minbera azadiyê. Ji ber vê yekê Tirkiyê tecrîda girankirî li ser ferz kiriye."

Di dawiya civînê de dirûşmeyên banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin qîrkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/polC2DpJMj0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>