'Hedefa Komployê têkbirina şoreşê ye, lê belê bi bin ket'

Kesayetên welatparêz diyar kir ku hedefa komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye têkbirina şoreşa Kurd û îmhakirin nasnameya wê ye û destnîşan kir ku pêwîst e yekitî bi gelên dîtir ên li herêmê re pêk bê da ku bigihînin azadiyê.

'Hedefa Komployê têkbirina şoreşê ye, lê belê bi bin ket'
8 cotmeh, 2020   05:34
NAVENDA NÛҪEYAN

Desthilata Tirk, piştî komploya navneteweyî ya di 1998’an de bi beşdariya gelek dewletên kapîtalîst pêk hatiye, li dijî rêber Abdullah Ocalan siyasetên bêserûber pêk tîne, her wiha li dijî 3 girtiyên dîtir mîna Omer Xeyrî Konar, Hamili Yildirim û Weysi Aktaş jî pêk tîne.

Desthilata Tirk tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, nahêle kes serdana wî bike.

Komplo derbasî sala 23’yan bû, bi wê re hê jî desthilata Tirk di qedexekirina hevdîtina parêzer û malbata rêbertî de israr e û biryara qedexekirina dîtinê bi dema 6 mehan da. Ev tevahî sûc, ji ber ku rêbertî da zanîn ku ew dikare alozî û girêkên li Rojhilata Navîn bi taybet doza Kurd çareser bike, pêk hatin.

Siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên welatparêz ji gelê Kurd û gelên ku xwe dispêrin fikr û felsefeya rêbertî ya azadiyê banga bidawîkirina tecrîdê kir.

Girêdayî mijarê, kesayetên welatparêz ji Hesekê û Kobanê tecrîda girankirî ya li dijî rêbertî şermezar kir û bang li gelên herêmê kir ku li hember dewletên kapîtalîst bisekinin da ku tecrîdê bi dawî bikin.

Abdullah Esed ji şêniyê Hesekê ye, gelek caran bi rêbertî re rûniştiye wiha got: "Gelek dewletên kapîtalîst beşdarî vê komployê bûn û rêbertî li Kenya girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin."

Abdullah Esed destnîşan kir ku hedef ji vê Komployê têkbirina şoreşa Kurd û îmhakirina nasnameya wê ye û wiha domand: "Lê belê nizanin ku rêbertî bi fikir, felsefe û demokrasiya xwe kesayet ava kirin. Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe karî zihniyeta mirovahî ya li Rojhilata Navîn bi pêş bixe."

Esed bang li gelê Kurd û gelên dîtir ên herêmê kir ku yekitiya xwe di leztirîn dem de ava bikin da ku tecrîda li dijî rêbertî bi dawî bikin.

DÊ DÎROK HER KESÊ BEŞDARÎ KOMPLOYÊ BÛYE NEFRET Û LANET BIKE

Ji aliyekî din ve jî Abdulxenî Şiwêş ji bajarê Hesekê ye wiha da zanîn: "Dê dîrok her dewletên beşdarî komploya navnetweyî ya li dijî rêbertî û hevrêyên wî bûye lanet bike. Ji ber cihê mîna van kesan ne girtîgeh e. Lê belê cihê wan di nava gelên herêmê de ye, ji ber projeyên wan demokratî ne."

Şiwêş diyar kir ku di dîrokê de tu kesî ji bo yê din xwe neşiwitandî, lê belê ji bo rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Her wiha bi dehan rewşenbîr û kesayetên navdar ji bo şermezarkirina komployê canê xwe şewitad.

Ji aliyekî din ve jî Zubeyde Bîco ji bajarê Hesekê komploya li dijî rêber Ocalan û ferzkirina tecrîda girankirî şermezar kir û wiha pê de çû: "Ji zêdetirî 21 salan e ku rêbertî bi tenê di girtîgehên dewleta Tirk de dijî û li dijî wî sûcên bêserûber tên meşandin, nahêlin malbat û parêzer wî bibînin."

Zubeyde Bîco diyar kir ku dewletên ku idîa mafên mirovan dikin û rêxistinên hiqûqî yên beşdar tecrîdê bûne, bê deng in.

Di dawiyê de Zubeyde Bîco wiha got: "Em Kurd dê bi fikr û felsefeya rêber Ocalan re bimînin û dê çalakî û meşên xwe heta gihandina azadiya wî bidomînin. Divê tevahî gelên herêmê yên ku bi fikra rêbertî bawer in bi hev re bisekinin da ku tecrîdê bi dawî bikin."

ÎRO HAT SEPANDIN KU KOMPLO BI BIN KET

Xalid Hemo ji Kobanê ye û wiha dibêje: "Piranî dewletên ku beşdarî komploya li dijî rêbertî bûne, wê demê texmîn kir ku bi wê komployê dê gelê Kurd û vîna wî têk bibe, lê îro hat sepandina ku komplo bi bin ket."

Hemo wiha berdewam kir: "Hedefa dewletên beşdarî komployê bûne, çewisandina fikra şoreşgerî û çandin şoreşgerî ye. Rola herî girîng a wê komployê rola istîxbarata Amerîka û Îsraîlê bû."

Hemo behsa yekitiya Kurd kir ku ew yekitî rêyha têkbirina tevahî komployan e û wiha pê de çû: "Divê gelê me bi yek be da ku bi hêz be û karibe li hember tevahî komplo û êrişên dem bi dem pêk tên bisekine. Divê civînên li ser yekitiya Kurd bi serkeftinê bi encamp bin."

Girêdayî mijarê, Ehmed Bîrê  ji Kobanê da zanînê ku tirsê hişt ku tevahî dewlet komployê li dijî rêbertî pêk bînin û wî bigirin. Ji ber piştevanê gelên bindest dikir. Wê jî hişt rejîmên destpot ji vê projeyê bitirsin.

Bîrê  wiha bi lêv kir: "Bingeha gel a ku rêbertî ji wê de dest pê kiriye, Kurd bû. Ji lew re tevahî aliyên beşdarî komployê bûne, hewl didin gelê Kurd têk bibin û nehêlin di şoreşa xwe de bi ser kevin."

Ehmed Bîrê  destnîşan kir ku gelek sînaryoyên dişibin mîna vê di dîroka gelê Kurd de hene. 28 şoreşên Kurd beriya vê bi heman rêbazê têk birin. Anku têkbirina rêberê şoreşê. Lê belê vê carê di pêkanîna hedefên xwe de bi bin ketin . ji ber gelên herêmê êdî rastî nas kirin.

Ehmed Bîrê  xuya kir ku rêbertî her tim digot; şoreşa ku me dest pê kiriye bi şexsekî bi dawî nabe. Ji ber ku rêbertî li pey xwe fikir û felsefe di gelê Kurd de hişt. Ev rastî jî li ser erdê xuya bû, şoreş tu carî bi bin nakeve.

Ehmed Bîrê  wiha bi dawî kir: "Roja 9’ê Cotmehê de ji bo gelê Kurd roja reş e. ji ber di wê rojê de komplo dest pê kir, heta bi girtina rêbertî di 15’ê Sibata 1999’an de berdewam kir. Ji lew re divê em vê dîrokê ji bîr nekin. Divê em bi yek bin. Da ku li hember tevahî komployan bisekinin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h5HKXtYtbSc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>