Endamên senatoyê ji Pompeo re: Helwestê dijî Tirkiyê bigirin

Endamên senatoyê ji wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re Mike Pompeo xwest ku cezayan li dijî dewleta Tirk ferz bike û piştrast kir ku dem hatiye ku dan û standin bi dewleta Tirk re bi tundî be.

Endamên senatoyê ji Pompeo re: Helwestê dijî Tirkiyê bigirin
7 cotmeh, 2020   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên senatoya Amerîkayê peyamek ji Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo re şand ku ger dewleta Tirk li ser S-400 test çêkir, cezayan ferz bike.

Ji aliyekî din ve jî serokê komîteya istîxbaratê ya parlamentoya Amerîkayê Adam Schiff got: "Em bi guman in ku dewleta Tirk hevalbend e û dem hatiye ku dan û standin pê re bi tundî bin."

(fr)