Dayikên gerîla û şehîdan daxwaza pêkanîna yekitiya niştimanî kirin

Çalakiya dayîkên gerîla û şehîdan di hefteya çaremîn de li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk dewam dikin. Dayîkan tekezî bi girîngiya hevgirtin û yekitiya niştimanî kir û got: “Bi yekitiya neteweyî dê bersiva êrişên Tirkiyê bê dayîn û siyasetên wê yên zordariyê vala derkevin.”

Dayikên gerîla û şehîdan daxwaza pêkanîna yekitiya niştimanî kirin
7 cotmeh, 2020   12:07
QAMIŞLO

Li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Kurdistanê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, çalakiya dayikên gerîla û şehîdan li navçeya Tirbespiyê di hefteya çaremîn de dewam dike. Di vê  çarçoveyê de, dayikan îro daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.

Dayîka gerîla û şehîdan li pêşiya navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Montehe Xelîl Abdullah ve xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dagirkeriya Tirk li dijî gelên herêmê û gelên Rojhilata Navîn polîtîkayên çewisandinê û zextê didomîne û bi destêwerdana li welatên cîran û kuştina sivîlan li Sûriye, Başûrê Kurdistanê, Lîbya û Ermenistanê hemû peymanên navneteweyî binpê dike.

Her wiha hat destnîşankirin ku dagirkeriya dewleta Tirk gefa êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê dixwe û li hemberî wê yekê aliyên herêmî û navneteweyî bêdeng in.

Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya hevgirtin û yekitiya neteweyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û siyaseta wê, hat kirin û wiha hat gotin: “Bi yekitiya neteweyî dê bersiva êrişên Tirkiyê bê dayîn û siyasetên wê yên zordariyê vala derkevin.”

Dayîkên gerîla û şehîdan ji rêxistinên jinan û rêxistinên hiqûqî xwest ku bi rola xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku dev ji kiryarên xwe yên dagirkeriyê berde.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4UprxK3rzhg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>