Şêniyên Babê nerazîbûna xwe li dijî  dewleta Tirk a dagirker re nîşan dan

​​​​​​​Şêniyên bajarê Babê yê dagirkirî ji bo rewşa ewlehiyê ya tevlîhev û hebûna çeteyên ser bi Tirkiyê ve, îsyan kir û dikanên xwe yên bazirganiyê girt.

Şêniyên Babê nerazîbûna xwe li dijî  dewleta Tirk a dagirker re nîşan dan
7 cotmeh, 2020   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh piştî teqîna bi hêz ku li bajarê Babê yê dagirkirî pêk hatiye, şêniyên Babê xwepêşandan li dar xist. Şêniyan ji teqînên ku rû didin û rewşa tevlîhev a herêmê dewleta Tirk a dagirker berpirsiyar nîşan da.

Îro şêniyên bajarê bajarê Babê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, ji ber teqîna ku duh pêk hatiye ku tê de nêzî 20 kes hatibûn kuştin û rewşa ewlehiyê ya tevlîhev, îsyan kir.

Şêniyan dikanên xwe yên bazirganiyê û dibistan girt û tevgera çûn û hatinê li bajêr rawestiya. Gel li hemberî dewleta Tirk a dagirker bi hêrs e.

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, rewşa ewlehiyê tevlîhev e, bûyerên kuştin û revandina sivîlan û teqînên ku herî zêde sivîl tê de dibin qurbanî, zêde bûne.

(cx)

ANHA