ꞌTirkiye û çeteyên wê bi navê Îslamê qirkirina etnîkî pêk tîneꞌ

Endamên Kongreya Îslamî ya Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî mirovahiyê sûcan pêk tînin û bi navê îslamê hewldana qirkirin û çewisandina nasnameya gelan dike.

ꞌTirkiye û çeteyên wê bi navê Îslamê qirkirina etnîkî pêk tîneꞌ
7 cotmeh, 2020   12:21
HESEKÊ

9`ê Cotmehê salvegera yekemîn a êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navên"Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku di encamê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û li dijî sivîlên wê komkujî pêk anî.

Di vê çarçoveyê de îro bi dehan endamên Kongreya Îslamî ya Jinan wêneyên şehîd Hevrîn Xelef rakirin û li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê kom bûm û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya saziyê Gulnaz Osman ve hate xwendin.

Gulnaz Osman destpêka daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û destnîşan kir ku armanca van êrişan çewisandina nasnameya Kurdan û gelên bindest e û bang li tavahiya pêkhateyan kir ku destekê bidin şêniyên wan herêmên artêşa Tirk dagir kirine.

Gulnaz Osman diyar kir ku ji bo derxistina artêşa Tirk û çeteyên wê ku hewl didin li Bakurê Sûriyê erdnîgariya dagirkirina xwe berfireh bikin, piştevaniya QSD`ê bikin, ji ber çete hewl didin jin, zarok û xityaran ji welatên wan koçber bikin.

Gulnaz di berdewamiya daxuyaniyê de daxuyand ku Tirkiye îdîa dike ku ew parastina misilmanan dike, lê di rastiyê de kiryarên ku artêş Tirk pêk tîne isbata mirovahiya wan tune ye û wiha pê de çû:" Ji ber îslama rastîn banga jiyana hevbeş, aştiyê û hezkirinê dike û îslam  ji Erdogan û çeteyên bê guneh e, ji ber ew bi navê îslamê sivîlan qetil dike û mal û milkên wan jî talan dike."

Endama Rêveberiya Kongreya Îslamî ya Jinan Gulnaz Osman di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê herêmê kir ku yekitiya xwe ava bike û li dijî her kesên ku şerê mirovahiyê, azadiyê, jin, ola îslamê û tevahiya olan dikin bisekinin.

Daxuyaniyê bi sloganên"Na ji êrişên artêşa Tirk re" bi dawî bû."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gRiylxhuAUA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>