TJA: Divê dayikên aştiyê demildest bên berdan

TJA’yê bertek nîşanî destgîrkirina dayikên aştiyê li Rihayê da û diyar kir ku divê demildest werin berdan.

TJA: Divê dayikên aştiyê demildest bên berdan
7 cotmeh, 2020   11:31
 NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) li navenda rêxistina HDP’ê ya navçeya Sêwêreg a Rihayê der barê destgîrkirina 11 kesan de ku di nav de dayikên aştiyê jî hene, daxuyaniyek da.

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî tev li daxuyaniyê bû. Ayşe Surucu di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku hevalên wan bi awayekî nehiqûqî hatine destgîrkirin û wiha got: “Dayikên aştiyê pêşengiya aştiyê dikin. Ev desthilat ji aştiyê ditirse. Vê carê di hedefa wan de dayik hene. Demildest hevalên me berdin. Em ê li dijî van êrişan li ber xwe bidin.”