Şehîd Hevrîn Xelef li Hecînê hate bibîranîn

Li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şehîd Hevrîn hate bibîranîn.

Şehîd Hevrîn Xelef li Hecînê hate bibîranîn
6 cotmeh, 2020   14:39
DERAZOR

Meclisa Gel a bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê ji bo bîranîna sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ku 12'ê Cotmeha 2019'an, ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk ve li ser rêya M4 hate şehîdxistin, civîneke li dar xist.

Şêniyên bajarokê, endamên meclisên Dêrazorê û saziyên sivîl di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Dêrazorê Rewşen rewşa siyasî nirxand û bal kişand ser salvegera êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şehîdxistina Hevrîn Xelef û qetîlamên meydanî.

Hevseroka Meclisa Gel a Hecînê Xada Şindî jî axivî û got: "Hevrîn Xelef ne tenê parastina mafên Kurdan dikir. Partiya Sûriyê Pêşerojê ya ku Hevrîn yek ji damezrînerên wê ye, ji bo hemû pêkhateyan; Kurd, Ereb û Suryan û çareserkirina aloziya Sûriyê kar dike."

Xada Şindî banga şopandina xeta şehîd Hevrîn da.