Çavkaniyan ji ANHA'yê re: Misir dê kongreya lihevanîna Lîbyayî li dar bixe

Çavkaniyên payebilind ên Lîbyayê eşkere kirin ku Misir dê di 10-14'ê Cotmehê de, mezintirîn kongreya lihevanîna neteweyî ya lîbyayî pêk bîne.

Çavkaniyan ji ANHA'yê re: Misir dê kongreya lihevanîna Lîbyayî li dar bixe
5 cotmeh, 2020   16:32
QAHÎRA

Çavkaniyan ji ANHA''yê re gotin, Misir dê di 10-14'ê Cotmehê de, mezintirîn kongreya lihevanîna neteweyî ya Lîbyayê bi beşdariya bi dehan kesayetî, şêxên eşîr, û hejmarek nûner, pêk bîne. Da ku li ser encama lihevhatineke berfireh di navbera hemû aliyên lîbyayî de gotûbêj bike.

Çavkaniyan gotin ku fermandarên artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê parlamantoya Lîbyayê Aqîla Salih wê beşdarî kongreyê bibin.

Li bajarê Xerdeqa yê Misirê, li ser bingeha encamên Berlîn û însiyatîfa Qahîreyê ya ji bo yekkirina saziya leşkerî û rêgirtina li ber destwerdana biyanî, danûstandin di navbera aliyên lîbyayî de hate kirin.

Misir hewl dide ku avhewayek guncan di navbera aliyên lîbyayî de çêbike, da ku lihevkirinek pêk bîne ku rewşa welat aram bibe.