Navenda Komîteya Jinan a Dêrazorê hate vekirin

Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê navenda xwe li herêma Meamil vekir.

Navenda Komîteya Jinan a Dêrazorê hate vekirin
5 cotmeh, 2020   16:04
DÊRAZOR

Di merasîmê vekirina navendê de, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl û hêzên leşkerî û girseyeke mezin a jinan amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Mala Jinan Fatima Merwan, li ser navê Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Xidir û li ser navê Meclisa Jinan a Dêrazorê Şehrezad Casim axivîn.

Di axaftinan de vekirina navendê hate pîrozkirin û têkoşîna jinên Dêrazorê ya li hemberî siyasetên hêzên dijberî ewlehî û aramiya herêmê hate silavkirin.

Hate gotin: "Jinên Dêrazorê çek rakirin û li hemberî terora herî mezin di cîhanê de sekinîn, di her qadan de xwe bi rêxistin kirin û pêşengtiya civakê dikin. Vekirina vê navendê berhemên têkoşîna jinan e."

Kesên axivîn destnîşan kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin û li hemberî Rêveberiya Xweser astengî hene û gotn: "Bi domandina kar û girêdana bi projeya demokratîk vey a ku di radeya yekemîn azadiyê jin esas digre, em ê li hemberî astengiyan bisekinin."

Piştî axaftinê navend hate vekirin û beşdar di nav de geriyan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IOQH4gUyuwA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>