Rewşenbîr û hiqûqnasan bêdengiya Şamê ji bo sûcên Tirkiyê rexne kir

Rewşenbîr û hiqûqnasan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker herêmên li Sûriyê dagir kirine, vegerandine daristanê û çete berdanê da ku dizî û qetilkirinê li gorî xwe pêk bîne. Rewşenbîr û hiqûqnasan destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Şamê nîşaneya eşkere ye ku kontrolkirinê ji dest daye.

Rewşenbîr û hiqûqnasan bêdengiya Şamê ji bo sûcên Tirkiyê rexne kir
6 cotmeh, 2020   01:31
KOBANÊ-NÎHAD KARO

Di demekê de ku hê jî dewleta Tirk a dagirker sûcên koçberkirin, girtin, revandin û hwd bi rêya çeteyên xwe li herêmên ji Sûriyê dagir kirine, pêk tîne hikumeta Şamê helwesteke cidî têkildarî van sûcan nîşan nedaye.

Girêdayî mijarê hin rewşenbîr û hiqûqnasên navçeya Sirînê axivîn. Her wiha hiqûqnas Hisên Hemod wiha got: "Dewleta Tirk a yekane sûdê ji sûcên li van herêman digire. Ji lew re destûr daye çeteyên xwe ku şêniyan ji malên wan koçber bikin, mal û milkên wan talan bikin û bidizin."

Hemod piştrast kir ku di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine de ji aliyên ewlehî û debara jiyanê ferqeke mezin heye û got ew li herêmên Rêveberiya Xweser bi ewle tevdigerin, lê li herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, tu tişt bi navê ewlehiyê tune ye.

Hemod wiha domand: "Bêdengiya hikumeta Şamê nîşaneya zelal e ku kontrolkirinê ji dest daye. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xaka Sûriyê ye û dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe derbasî van herêman kirin, ku berê ew çeteyên DAIŞ’ê bûn, da ku berjewendiya xwe li van herêman pêk bîne."

Akademisyen Mihemed Horan jî wiha da zanîn: "Dewleta Tirk heman senaryoya dagirkirina Lîwa Iskenderon û tevlêkirina li xaka Tirkiyê bi rêya

dagirkirina herêmên nû ji Bakurê Sûriyê bi rêya çeteyên xwe, pêk tîne."

Horan di berdewama gotinên xwe de wiha pê de çû: "hikumeta Şamê ne bê deng e, lê derfetên wê bisînorkirî ne. Hin mijar ji wan mezintir hene. Rûsya û Amerîka rola sereke di aloziya Sûriyê de dilîzin. Her wiha berjewendiyên rêxistinên hiqûqî û mirovî jî di Sûriyê de hene û ji bêdengiya wan jî şoq namînin."

Horan di dawiyê de bang li gelê Sûriyê kir ku bi yek bin û xwe ji hêzên derve re daneynin, ji ber ku yê Efrîn firotiye Rûsya ye, yê ku Serêkaniyê û Girê Spî firotiye Amerîka ye. Ji lew re divê pişta xwe nedin van hêzan.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BQdzzQ6yfas" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>