Desteya Aborî û Çandiniyê li Tebqayê depoyeke nû aktîf kir

Silêman Barudo diyar kir ku ji ber dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî re rûbereke mezin ji erdên çandiniyê tevî berhemên wê hatin dagirkirin û talankirin ev yek jî enerijiya depokirina tov û ard kêm kir û got: "Ji ber vê yekê me embara Tebqayê aktîf kir."

Desteya Aborî û Çandiniyê li Tebqayê depoyeke nû aktîf kir
6 cotmeh, 2020   02:09
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî bi destê dewleta Tirk bi taybet, rûbereke mezin ji çandiniyê tevî berhemên wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin dagirkirin û talankirin.

Têkildarî dagirkirina dewleta Tirk û talankirina wê ji berhemên çandinê re Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Barudo da zanîn ku herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin taybetmendiyên wan yên çandiniyê hene û got: "Serêkaniyê herêmeke sereke bû ku piştgirî dida aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku beşeke mezin ji rûberên çandiniyê yên avî bûn.”

Barudo xuya kir ku piştî dagirkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê re beşeke pir mezin ji rûberên çandiniyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat veqetandin û depoyên genim, ceh, pempo û semad jî yên li herêmê hatin talankirin.

Barudo da zanîn ku ne tenê di beşa çandiniyê de dizî û talan çêbû, her wiha di beşa sewaldariyê de jî çêbû û wiha domand: "Sewal jî hatin dizîn û beşek ji wan jî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin derxistin.”

Barudo da zanîn ku li herêma Girê Spî embar jî hene û wiha domand: "Dehlîz û Şergirag jî hebû ew jî hatin talankirin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê ve. Jixwe dagirkirina dewlata Tirk ji van herêmên me re ew embar û depoyên ku ketin nav destê wan, gelek zirar gihand me, enerjiya me ya depokirina tov û ard kêm bû."

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Barudo diyar kir ku ji ber kêmbûna enerjiya depokirina ard û tov, wan embara li Tebqayê aktîf kir û got: "Enerjiya embarên Tebqayê ya depokirinê zêdeyî 120 hezar ton e, me beriya dema mewsimê aktîf kir, me dest bi girtina genim kir û me li embarên Tebqayê bi cih kiriye.”   

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Mx5Xwyuw5C4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>