​​​​​​​Artêşa dagirker gundên Şerayê bi dijwarî topbaran dikin

Arteşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera bi çeken giran topbaran dike.

​​​​​​​Artêşa dagirker gundên Şerayê bi dijwarî topbaran dikin
5 cotmeh, 2020   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meranaze, Malikiyê, Alqemiyê û Şiwarxa yên navçeya Şera ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Hêzên dagirker ji tepê Dadarê yê herêma Şehbayê gundên navborî topbaran dikin.

Topbarana li ser gundê Eyn Deqnê yê Şehbayê jî berdewam dike.

ANHA