ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06- 10-2020`AN
5 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) kongreya xwe li Akademiya Civaka Demokratîk a Tebqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gorî daxwaza Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya avakirina dadgeheke navneteweyî ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî, 900 çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyê li pêş Dadgeha Parastina Gel tên darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk hewl dida ji nakokiyên DYA  û Rûsyayê sûdê wergire û bakurê Sûriyê, di nav de Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike. Dewleta Tirk sala 2019'an her du herêm dagir kirin. Gelo mercên wê demê çawa bûn? (BI WÊNE Û DÎMEN).
POLÎTÎKA

- Rewşenbîr û hiqûqnasan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker herêmên li Sûriyê dagir kirine, vegerandine daristanê û çete berdanê da ku dizî û qetilkirinê li gorî xwe pêk bîne. Rewşenbîr û hiqûqnasan destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Şamê nîşaneya eşkere ye ku kontrolkirinê ji dest daye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a Til Rifetê di çarçoveya pêngava KCK'ê ya ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Kongreya 4'emîn a Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Rimêlan ê herêma Cizîrê tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê bi boneya salvegera êrişên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî çalakiyekê li kampa Waşûkanî li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana duyemîn a Kevneşopî û Resenî di roja duyemîn de li Tebqayê didome, saet 18:00'an, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Silêman Barudo diyar kir ku ji ber dagirkirina dewleta Tirk ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî re rûbereke mezin ji erdên çandiniyê tevî berhemên wê hatin dagirkirin û talankirin ev yek jî enerijiya depokirina tov û ard kêm kir û got: "Ji ber vê yekê me embara Tebqayê aktîf kir." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JİN

- Endamên Saziya Olî ya Jinan a Kantona Qamişlo gotin, dewleta Tirk a dagirker bi navê îslamê sûcan pêk tîne, lê ola îslamê ji van sûcan dûr e. Jinan destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi van kiryarên xwe isbat dike ku ew rûyê DAIŞ`ê yê duyemîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA