Malbata girtî Emîr: Cenazeyê me radest bikin

Malbata Muhamed Emîr ê li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest da, ji bo girtina cenazeyê xwe banga piştevaniyê kir.

Malbata girtî Emîr: Cenazeyê me radest bikin
5 cotmeh, 2020   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata Muhemed Emîr ê Efrînî ku niha li navçeya Fafîn a Şehbayê ye ku li Girtî geha Tîpa E a Elbistan a Gurgumê jiyana xwe ji dest da, daxwaz kir ku cenaze radestî wan bike.

Birayê Emîr Ednan Xelîl banga “ Em nizanin kekê min çawa jiyana xwe ji dest daye. Ji bo em cenaze binin vir alîkarî bikin” kir.

Bira Xelîl anî ziman ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a 2018’an a li ser Efrînê neçar bûne ku koçî Şehba bikin. Birayê Emîr ê xwest ku cenazeyê kekê wî yê 28 sal bû li girtîgehê radestî wan bike ev got: “Kekê min 1989’an tevlî PKK’ê bûye. 1993’an de bi birîndarî hate girtin û 28 sal bûn girtî bû. Niha jî me agahiya ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye girt. Çi li kekê min kirin? Em dixwazin ku cenazeyê kekê min radestî me bike. Mirovek kedkar bû. Ji bo em cenazeyê kekê min bînin Şehbayê alîkarî bikin. Em dixwazin cihê lê ne kekê xwe bispêrin axê.”

Cenazeyê Muhamed Emîr li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê tê ragirtin.