Li dijî konvoya walî ya li Efganistanê êriş: 8 kes mirin

Di êrisa xwekujî  ya li ser konvoya walî ya li parêzgeha Lagman a dikeve rojhilatê Efganistanê de, 8 kes mirin.

Li dijî konvoya walî ya li Efganistanê êriş: 8 kes mirin
5 cotmeh, 2020   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, êriş bi bombeya zindî li dijî konvoya Walî Rahmatûllah Yarmal pêk hatiye. Di encama teqîna li qadê pêk hat de, 4 jê parêzvanên walî 4 sivîl bi giştî 8 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin walî bê ku birîndar bibe rizgar bûye, hate gotin ku piraniya birîndaran sivîl in. Heta niha kesê êriş li xwe negirtiye.

Êriş di demekê de ku Serokkomar Eşref Ganî li Qeterê bi rayedarên herêmê re diciviya pêk hat.