Mistefa Ehmed: Planên hêzên herêmî û cîhanî li herêmê hene, divê em xwe biparêzin

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk di civînekê de diyar kir ku hêzên cîhanî û herêmî dixwazin planên xwe li herêmê pêk bînin, ji bo wê divê gelê herêmê bi rêya projeya biratiya gelan û hevgirtinê xwe biparêze.

Mistefa Ehmed: Planên hêzên herêmî û cîhanî li herêmê hene, divê em xwe biparêzin
5 cotmeh, 2020   12:57
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Hesekê bi armanca şîrovekirina geşedanên dawîn ên li ser qada siyasî, komploya ku rêber Abdullah Ocalan kiriye hedef û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî civîneke girseyî li bajarokê Mexrûm ê li navçeya başûr a Hesekê li dar xist.

Bi sedan şênî û endamên saziyên bajarok tev li civînê bûn. Endamê rêveber ê PYD`ê şaxê kantona Hesekê Mistefa Ehmed geşedanên siyasî yên dawîn, armancên dewletên mezin li Rojhilata Navîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kirin.

Ehmed di civînê de behsa girîngiya stratejîk a Rojhilata Navîn di cîhanê de kir û got ew navenda aboriyê ye.  Her wiha Ehmed komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: "Dewletên komploger, ji dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan xwest fikr û felsefeya wî ya ku ji bo tevahiya aloziyên Rojhilata Navîn çareserî ye, dûr bixe."

Ehmed da zanîn ku hêzên herêmî û cîhanî mîna Îran, dewleta Tirk, Amerîka û Rûsyayê her yek ji mudaxeleyên xwe di Rojhilata Navîn de armanc dikin ajande û armancên xwe pêk bînin.

Mistefa Ehmed di dawiya civînê de bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û wiha dewam kir: “Divê em bi rêya projeya biratiya gelan û hevgirtinê xwe biparêzin. "

Civîn bi berzkirina dirûşmên şermezkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker, bidawîkirina tecrîdê û piştrastkirina berxwedanê heta rizgarkirina herêmê bi dawî bû.

PYD ji bo şîrovakirina geşedanên siyasî yên dawîn rêzecivînan li herêmê li dar dixe. Di vê çarçoveyê de du civînên cuda li bajarokên Til Mecdel û Um Medfe jî li dar xistin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g-GZCAi8u9o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>