‘Şehadeta şehîd Enes îsbata biratiya gelan e’

Di axaftinên merasîma sersaxiyê ya şehîd Enes Stêf de hate gotin ku şehîd Enes bi şehadeta xwe biratiya gelan a li Bakur û Rojhilata Sûriyê îsbat kir.

‘Şehadeta şehîd Enes îsbata biratiya gelan e’
‘Şehadeta şehîd Enes îsbata biratiya gelan e’
‘Şehadeta şehîd Enes îsbata biratiya gelan e’
5 cotmeh, 2020   12:37
QAMIŞLO

pêkhateyên bajara Qamişloyê ji bo sersaxiya malbeta şehîd Enes Stêf berê xwe da konê sersaxiyê ku Meclisa Malbatên Şehîdan vegirtibû.

Enes Stêf endamê Erka Xweparastinê di 2’yê Cotmehê de li herêma Holê dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bû. Roja yekşemê bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Enes Stêf li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê oxir kir.

Di konê sersaxiyê de ku bi wêneyên şehîd Enes Stêf û alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Erka Xweparastinê û QSD`ê hate xemilandin, endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Abdulhelîm Iko axivî. Iko piştrast kir ku divê têkoşîn û berxwedana li hemberî dijminên gelê Kurd heya serkeftinê bi dest bixin, zêde bibe.

Endamê PYD`ê Selahdîn Şêxmûs jî destnîşan kir ku şehîd Enes bi şehadeta xwe biratiya gelan li Bakur û Rojhilata Sûriyê ya ku rêber Abdullah Ocalan hîmê wê daniye, îsbat kir.

Şehîd Enes Stêf berî 3 salan tevî malbata xwe ji bajarê Helebê koҫber bû. Ji ber baweriya wî bi biratiya gelan û têkoşîn û prensîbên gelên li Bakur û Rojhilata Sûriyê  hebû, tev li nava refên hêzên xweparastinê bû.

Konê sersaxiyê hîna vekirî ye û serdana gel dewam dike.

ANHA