Saziya Olî ya jinana dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir

Endamên Saziya Olî ya Jinan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn şêniyên Serêkaniyê û Girî Spî dan koçberkiirn. Her wiha destnîşan kir proje û sûcên dewleta Tirk a dagirker berdewama sûcên çeteyên DAIŞ`ê yên ku nikarîn nasnameya Kurdî qir bikin.

Saziya Olî ya jinana dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
5 cotmeh, 2020   13:21
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Saziya Olî ya Jinan, Weqfa Jinên Azad û Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo kom bûn û bi nêzîkbûya salvegera yekemîn a êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêknaiyê û Girê Spî daxuyanî da.

Jinan wêneyên sekretera giştî ya Partiya Pêşeroj ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ku di 12`ê Cotmehê de li ser rêya M4 ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve hatiye hedefgirtin, hildan.

Rêvebera Saziya Olî ya herêma Cizîrê Emîra El-Izo daxuyanî xwend. Emîra êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin. Her wiha diyar kir ku sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, berdewama sûcên çeteyên DAIŞ`ê ne yên ku nikarîn nasnameya Kurd qir bikin.

Emîra bang li tevahiya gelan kir ku serî li hemberî dewleta Tirk a dagirker hildin û soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê li dijî teror û faşîzmê da.

Her wiha Emîra bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê û hêzên cîhanê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê û mirovahiyê helwest nîşan bidin.

Emîra da xuyakirin ku rejîma Tirk di êrişên xwe de yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî rastiya niyatên wê ji bo temamkirina projeya DAIŞ`ê ya qirkirina gelên azad bi taybet civaka Êzidî eşkere kirin.

Emîra di dawiyê de banga piştgiriyê bi şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî û doza gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji axa Sûriyê kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rlOsUvDzVOc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>