Ji bo erebeyên xeta Heleb-Şehbayê geracek hate vekirin

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo kontrolkirina veguhastina hundirîn û peydakirina erebeyên veguhastinê, geracek ji bo erebeyên xeta Heleb-Şehba vekir.

Ji bo erebeyên xeta Heleb-Şehbayê geracek hate vekirin
Ji bo erebeyên xeta Heleb-Şehbayê geracek hate vekirin
Ji bo erebeyên xeta Heleb-Şehbayê geracek hate vekirin
5 cotmeh, 2020   11:32
HELEB

Şardariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji bo ku heqê rêwîtiyê û veguhastinê kontrol bike, geracek ji bo erebeyên veguhastinê yên xeta Heleb-kantona Şehbayê vekir.

Gerac li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li nêzî herêma Cibênat e. Tê de derdora 25 erebeyên veguhastina hundirîn ên tomarkirî hene.

Li gorî berpirsên geracê, di roja yekemîn a vekirina geracê de 6 rêwîtî, di roja duyemîn de 16 û di roja sêyemîn de 18 rêwîtiyên ber bi kantona Şehbayê ve çêbûn.

Şaredariya Gel xeta van rêwîtiyan bi şêwazekê diyar kiriye ku erebeyên veguhastinê bigihêjin gelemperiya kantona Şehbayê. Dê di Dêr Cimalê û Til Rifetê re derbas bibe û bigihêje Kefer Nasih, Kefer Naya û li navçeya Fafînê bi dawî bibe.

Hevserokê Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd Kemal Abdullah destnîşan kir ku şaredariyê li ser giliyên şêniyan ku lêçûna veguhastinê biha ye, gerac vekir. Beriya vekirina geracê lêçûna veguhastina her kesekî ji kantona Şehbayê re 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê bû. Lê piştî vekirina geracê kirî kêm bû û bû hezar û 500 lîre.

Her wiha bangewazî hene ku ev buha kêmtir bibe, heke mazot ji ajokaran re hate peydakirin.

Abdullah diyar kir ku ew niha projeya vekirina xeta veguhastinê ji Helebê ber bi herêma Şêrawa ve jî dinirxînin.

Abdullah behsa pêşniyara vekirina nivîsgeha emanetan kir da ku kel û pelan di navbera kantona Şehbayê û bajarê Helebê de bar bikin.

Mesafeya ku şaredariyê diyar kiriye ji xeta Heleb-kantona Şehbayê ku ji Şêxmeqsûd dest pê dike û li navçeya Fafînê li kantona Şehbayê bi dawî dibe, digihêje 60 km.

(şx)

ANHA